Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin 2021-08-31 15:50:59   BEDLÎS - Li Bedlîsê baregeha leşkerî ya li herêma ku şewata daristanan lê didomê tê tehliyekirin.    Li herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê duh saet dora 10.00'an de agir bi daristanê ket û îro bi bayê re berbelavî herêmeke berfireh bû. Ji ber şewata ku nikare bê kontrolkirin devereke mezin a daristan bi tevahî şewitî. Ji ber şewatê xeteke ceyranê teqiya û dest bi tehliyekirina baregeheke leşkerî ya li herêma şewatê hat kirin.