Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye 2021-08-31 15:35:22   WAN - Li Wanê, amadekariyên mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîha ku wê sibê bê lidarxistin, temam bûn.    Amadekariyên mitînga ku wê sibê bi şîara "Aştî dide jiyîn" ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Wanê bê lidarxistin, temam bûn. Ji bo mitînga ku Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgiriya wê dikin, îro li kolanên Cûmhûriyet û Mereşê û Kuçeya Hunerê yên navçeya Rêya Armûşê belavok hatin belavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarîsaç û partiyî welatiyan vexwendin mitîngê.    Li aliyê din li bajarên herêmê jî ji bo beşdariya mitîngê belavok hatin belavkirin.    Wê mitîng sibê saet di 15.00'an de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Parqa Mûsa Anter bê lidarxistin. Xebatên teknîkî yên ji bo mitîngê jî bi dawî bûn.