Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da 2021-08-31 12:51:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Karsaza kurd Ferda Cemîloglû ku demek bû li Stenbolê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.    Karsaza kurd Ferda Cemîloglû ku li Stenbolê li nexweşxaneyekê dihat dermankirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cemîloglû yek ji endama malbata Cemîl Paşayên Amedê bû. Di sala 1926'an de dema serhildana Şêx Seîd de malbata wê sirgunê Sûriyeyê dibe; Ferda Cemîloglû piştî koçbûna malbata xwe bi salan li Şamê ji dayik bûye. Piştre malbata wê li Cizîra Rojava bi cih dibe. Ligel rêveberên wê demê yên kurd têkiliya wan çêdibe. Paşê dema Rejima Baas tê ser kar dest datîne ser mal û milkên kurdan, gelek kurd ji mecbûrî vedigerin Bakur. Ew jî ligel malbata xwe vedigere û tên li Amedê bi cih dibin. Cemîloglû ku li wir ligel zimanê xwe kurdî hînê erebî, îngilîzî û hinek fransî bûbû, dema ligel malbata xwe vedigere Amedê li Dibistana Ziya Gokalpê dest bi dibistanê dike lê tirkiya wê têrê nake. Piştî dibistana navîn û lîseyê diçe Enqereyê û Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Genetîkê dixwîne. Ji sala 1980'yî ve di nav xebatên jinan de kar dike.   Cemîloglû demek dirêj di nav xebatên saziyên sivîl de cih girtiye. Demek di nav CHP'ê de siyaset kiriye. Cemîloglû di nav avakarên DOGUNKAD'ê (Komeleya Karsazên Jin a Rojhilat û Rojhilatêbaşûr) de cih girtiye û demek serokatiya wê jî kiriye. Ferda Cemîloglû li Başûr jî di nav xebatên jinan de kar kir.   Piştî li Başûr rewşa kar vebû, ji salên 2000'î ve Cemîloglû li wir kar dikir û projeyan bi pêş ve dibir. Li Başûr gelek avahî ji aliyê şîrketa wê ve hatine çêkirin.