Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan 2021-08-31 12:21:49   AMED - Ji 8 kesên ku li gundê Hewrê yê navçeya Karazê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan û 6 jê jî dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.    Di 26'ê tebaxê de cendirmeyan bi ser gundê Hewrê yê navçeya Karazê ya Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de cendirmeyan welatiyên bi navê Salîha Narîn, Fatma Narîn, Ûbeydûllah Narîn, Veysî Narîn, M.S.D û 3 kesên ku navê wan nehatin hînkirin bi angaşta “alîkariya rêxistinê" û "lidarxistina çalakî û xebatên li ser navê rêxistinê" bi îşkenceyê binçav kiribûn. Dema serdegirtinê rexmî ku Veysî Narîn cendirmeyan hişyar kiribû ku ji serê xwe hatiye emeliyatkirin jî cendirmeyan gelek caran pêhînan li serê wî dabûn.    DEMA BINÇAVKIRINA WAN HAT DIRÊJKIRIN   Ûbeydûllah Narîn û Salîha Narîn ku îfadeyên wan li Miduriyeta Polisan a Amedê hatin girtin hatin berdan û Fatma Narîn, Veysî Narîn, M.S.D. û 3 kesên ku navê wan nehatin hînkirin ji bo 4 rojan dema wan a binçavkirinê hat dirêjkirin.    DAXUYANIYA PARÊZERAN    Parêzerên kesên binçavkirî jî diyar kiribûn ku rexmî testa Fatma Narîn û M.S.D. pozîtîf derketine û bi kesên binçavkirî re temas kirine jî dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin. Parêzeran, gotibû ku tu xurek, vîtamîn û dermanên nexweşên pozîtîf nadin M.S.D. û daxwaza bidawîkirina binçavkirina wî kirin.