Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike 2021-08-31 10:58:34 AMED - Li Amedê amadekariyên Mitînga Aştiyê ya dê di 4’ê îlonê de were lidarxistin berdewam dike. Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Suleyman Bozkurt got ew ji bo siberojek bi hêvî li benda hemû aliyan in ku beşdarî mitînga li Meydana Îstasyonê bibin.  Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê wê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di 4’ê îlonê de “Mitînga Aştiyê” li Meydana Îstasyonê li dar bixin. Mitîng bi dirûşma "Dem Dema Qêrîna Aşîtiyê Ye! - Wext Wextê Berzkerdîşê Vengê Aşitiyê Yo!" dê saet li 14.00’an dest pê bike. Dê parlamenterên HDP’ê û pêkahetyên hêzên ked û demokrasiyê beşdarî mitîngê bibin û peyamên aştiyê bidin.    Ji bo beşdariya mitîngê li navenda Amedê, li navçeyan û li bajarên derdorê amadekarî tên kirin û welatî tên vexwendin.    ‘DIVÊ HER KES DENG BIDE AŞTIYÊ’    Hevserokê Sendîkaya Veguhestina Yekbûyî (BTS) a Şaxa Amedê û Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Suleyman Bozkurt diyar kir ku div ê pêvajoyê de aştî hin bi watedar bûye û divê dengek xurt bidin aştiyê û got: “Lazim e dayik, ciwan, zarok û hemû alî dakevin kuçeyan û bi coşa cejnê beşdarî mitînga li Meydana Îstasyonê bibin. Heke em bi dengek bilind aştiyê qîr bikin, em bi hêvî ne ku wê aştî were ser rûyê vê axê.”    Bozkurt destnîşan kir ku pêdivî bi maseyek çareseriyê ku aştî li serê were axaftin heye û heke çareserî li pêş bikeve wê gelên Rojhilata Navîn jî ji vê sûdê werbigirin. Bozkurt anî ziman ku daxwaza sereke ya gel jî pêkanîna aştî û çareseriyê ye.    Bozkurt got wan ji bo destûra mitîngê serî li Parêzgeha Amedê daye û ew li benda encamê ne û kuçe bi kuçe xebatên wan ên amadekariya mitîngê berdewam dikin.