Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe 2021-08-31 09:01:04 RIHA - Dayika Hadle Ogûr ku ji bo aşîtiyê bedêlên giran dan ber çavên xwe, polîsan 7 caran avêtiye ser mala wê û hatiye binçavkirin û girtin. Lê Ogûr li gel hemû zor û zehmetiyan jî her têkoşiyaye. Ogûr got: "Ez ji bo aştiyê meşiyam, ez binçav kirim. Ez rûniştim dîsa hatim binçavkirin, lê tu carî bêhêvî nebûm."    Di salên dawî de gelek mirov ji ber ku doza aştiyê kirin hatin binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan jî dayika Hadle Ogûr e. Çendî gelek caran hatibe binçavkirin jî, lê tu carî ji ya xwe nehatiye xwar û her tim doza aştiyê kiriye.    Keça wê Hîlal Ogûr, piştî ku serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan hat Amedê û got, "Ez bang li dayikan dikim, xwedî li zarokên xwe derkevin" rast berê xwe dide nav refên PKK'ê. Piştî tevli PKK'ê dibe bi 7 mehan, di 27'ê Mijdara 2010'an de, li navçeya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Wê demê kurekî wê tê girtin û piştî tê berdan, berê xwe dide Kobaniyê û ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike tevli YPG'ê dibe. Piştî kurê wê, bi çendekê vê carê keça wê Sumeyye jî tevli PKK'ê dibe. Wê demê hevjînê wê jî di girtîgehê de bûye.    'DI ŞÎNA KEÇA XWEDA HAT BINÇAVKIRIN'   Dayika 6 zarokan Hadle Ogûr a 50 salî, cara yekemîn li Pîrsûsê di şîna keça xwe de tê binçavkirin. Di şînê de tevî wê gelek mêvan jî tên bnçavkirin û tên îşkencekirin. Piştî vê dayik Ogûr gelek caran tê binçavkirin.    Piştî demekê dayik Hadle Ogûr bi dirûşmeya "Êdî bila zarok nemirin" tevli nav dayikên aştiyê dibe. Di sala 2015'an de dibe namzeta parlementeriyê ya HDP'ê, lê paşê YSK'ê serlêdana wê betal kiribû.    Piştî wê salê Ogûr tevli hemû çalakiyan dibe û bi cil û bergên xwe li refên herî pêş cih digire. Di dema berxwedana Kobaniyê de, cenazeyên hatin Rihayê, tabûta hemûyan hilgirtiye û bi rojan li nexweşxaneyê tevî malbatan nobet girtiye.    Di dema vê têkoşîna wê de polîsan 7 caran avêtine ser mala wê û ew binçavkirine û girtine.    Di sala 2018'an de ji ber piştgiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê li HDP'a Rihayê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dayik Ogûr, 6 mehan di girtîgehê de maye û dema girtî bûye daxilî nav greva birçîbûnê bûye. Dayik Ogûr, herî dawî di sala 2020'î de gala li nav bîstanê xwe bûye hatiye binçavkirin û 15 rojan li TEM'ê hatiye ragirtin.    JI BO AZADIYÊ   Dayika Hadle Ûgûr doza xwe ya ji bo aştiyê bi vî awayî bilêv kir: "Zilmê li me dikin. Ji bo avekî bi wî agirî de bikim, ez tevlî têkoşînê bûm. Ez bi bawerim wê dayîk ve rewşê biguherînin. Wijdana min dest neda ku ez li malê rûnêm. Li hemberî hemû zehmetiya ez ê îro jî siba jî di xebatan de cih bigirim. Ji ber ku divê em azadiyê bînin."   Ogûr, anî zimên ku her cara ku çûye dozgeriyê eştî tim li ser zimanê wê bûye û got: "Her cara ez derxistim dozgerîyê min got heger daxwaza ji bo aştiyê qedexe ye, ez ê heya dawiyê doza aştiyê bikim. Dibê rojek şûnda aştî were. Dema aştî nebe tama xwarinê nîne, razana me ne razane. Dema aştî nîn be mirov nikare behnê bistîne. Dema mirov doza aştiyê bike, divê her tiştî bide ber çavan. Dema aştî nebe wê dayik bikevin girtîgehan. Tu cudahiya me nîne."    PAŞDE GAV NEAVÊTIYE    Dayik Ogûr, bal kişand ser zordarî û tahdeya li malbata wê hatiye kirin û got: "Çi qasî zilmê bikin jî em ê aştiyê bixwazin. Bila aştî çêbibe, ez ê hemû tiştî bidim ber çavan. Heya îro ez tu carî neketim nav fikara ku dê aştî neyê. Dema ez hatim girtin hêza min zêde bû. Her dem min ji xwe re got, ez dikarim bêhtir çi bikim û min tu carî gavek paşve neavêt."   TÊKOŞÎN JI BO AZADIYÊ   Dayik Hadle Ogûr destnîşan kir ku aştî tenê ne peyvek e û wiha pê de çû: "Bi tena serê xwe aştî ne bes e. Divê hemû gel wekhev bin. Zilma li ser kurda her diçe zêde dibe. Li girtîgehan gelek kes di grevên birçîbûnê de ne. Divê rojek berî rojê tecrîda li girtîgehan were şikandin ku bi Serokê PKK Abdulah Ocalan re rûnên, wê deriyê aştiyê vebe. " Ogûr, bilêv kir ku 10 sal in ji daxwaza xwe nehatie war û got: "Min aştî xwest, di şîna keça xwe da hatim binçavkirin. Ez ji bo aştiyê meşiyam hatim binçavkirin. Ez ji bo aştiyê rûniştim dîsa hatim binçavkirin. Dema me dibin nexweşxaneyê dibêjin ev 'terorîst in', dema me dibin qereqolê dibêjin 'terorîst in', ma aştîxwestin terorîstî ye? Ji bo em tevlî şîna dayikeke 70 salî bûn, em hatin binçavkirin."   Dayik Hadle Ogûr di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê tu carî dev ji têkoşîna ji bo aştiyê bernede û got: "Bila dewletên navneteweyî li hemberî zilma dewleta Tirkî, Surî, Iraq û Îranê bêdeng nemînin. Ma nabînin çi zilmê li kurdan dikin. Di serî de gelê Tirkî û bi giştî divê hemû gel li hemberî wê zilmê bisekinin. Yê ku wijdana wan heya, divê ji bo aştîyê destê xwe bikin bin kevir. Îro divê em dayikê aştiyê hemû agiran bitemirînin, divê em agirê Dêrsimê jî bitemirînin. Di navbera darekî û mirovekî de çi cudahî nîne. Aştîxwaz divê mafên hemû zindî nezindiyan biparêzin. Divê em di hemû jiyana xwe de rastiyê biparêzin."   MA / Emrûllah Acar - Arjîn Dîlek Oncel