Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin 2021-08-31 09:00:46 AMED - Amediyan nerazîbûna xwe ya ji bo fatûreyên ceryanê anî ziman: "Şîrketên ceryanê fiyetan li gor qafê xwe biha dikin."  Fatûreyên ceryanê yê zêde biha, esnaf û gel mexdûr dikin. Amediyan bertek nîşanî dan. Sedat Baran, diyar kir ku ji ber zemên tên kirin fatûreyên wan tim zêde tên û got: "Meha çûyî û vê mehê ji sedî 25 zem bûye. A rast ev ne zem e. Ceryana tê xerckirin heman ceryan e, lê zem zêde ye. Min tiştekî zêde bi kar neaniye, lê heqê wê cuda tê."    Yilmaz, destnîşan kir ku heger li welatekî enflasyon zêde be, dê zem jî tim hebin û got: "Qaşo em endamê G20'ê ne û em di nav welatên pêşketî de di rêza 20'î de ne, lê bi ya min em welatê herî xirab in. Di dîroka komarê de aborî ev qasî xirab nebûye. Êdî gel nikare tiştekî jî bistîne. Enflasyon li dor ji sedî 18 ye, lê bandora wê ya li welatiyan ji sedî 35-40 e. Li cem me bi navê TUÎK'ê tiştek heye ku li tu devera cîhanê tune ye. Kengî bixwaze hejmarê dinivîse, kêm dike. Aboriya welêt xirab e, rewş jî pir xirab e."    KES KONTROL NAKE   Yilmaz, destnîşan kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê tenê ne aborî ye û got: "A di rojevê de tenê ne aborî ye. Heger li welatekî heq, hiqûq û edalet tune be, dê neheqî hebin. Li cihekî kontrolkirin tune be, dê aborî birûxe. Ên welêt bi rê ve dibin, nikarin kesî kontrol bikin. Kes tiştên tê xerckirin napirse. Ev jî bandorê li welatiyan dike."    ZEM   Guler Başyemez got: "Fatûreya min a meha çûyî 260 TL bû, a vê mehê 322 TL hat. Em nizanin bê çi qasî zem dikin. Fatûreya min a avê jî 180 lîre hat. Krîza aborî heye. Li malê tenê kesek dişixule, ew jî bi meaşê kêm. Debara 8 kulfetî dikim. 6 zarokên min hene, hemûyan jî zanîngeh kuta kiriye, lê niha hemû betal in. Heger di kirê de bûma, min ê nikaribûya zikê wan têr bikira. Ma kî dikare bi meaşê kêm debara xwe bike? Kes jî nikare. Çî me hebû me da dersxaneyan, hemûyan zanîngeh kuta kir, lê niha giş li malê radikevin."    DI MEHEKÊ DE 400 LÎRE ZEM    Necmettîn Ortaç jî diyar kir ku di navbera fatûreya meha çûyî û ya vê mehê de ferqek pir mezin heye û got: "Meha çûyî 200 lîre bû, vê mehê 600 lîre ye. Ji ber vê di vê germê de em ne dikarin klîmayê vekin ne jî perwaneyê. Krîza aborî heye, betalî heye û her tiştî li bacê zêde dikin, em perîşan bûne."    NÊZÎKATIYEK CUDA   Gokçen Akça jî anî ziman ku mehek berê mala xwe ji Bûrsayê aniye Amedê û got: "18 salî bûm ji Amedê derketim, lê tu dibê qey ne Amed, em li Stenbolê dijîn. Ceryan, av, gaz, resmen nêzîkatiyek cuda tê nîşandan."    Akça, destnîşan kir ku li Bûrsayê herî zêde fatûreya wan 130 lîre dihat û got: "Lê li vir li dor 350 TL'yî tê. Di biniya 300 re fatûre nayên. Em her mane. Li vir gava 300 lîre fatûre tê kêfa mirovan tê. Şîrketên ceryanê li gor qafê xwe zemê dikin. Ez hatim bajarê xwe, lê li vir jî zemek zêde heye. Divê piştgiriya welatiyan bê kirin. Divê hesabê kîlovatan wekî yên bajarê din be."    Ekrem Kara jî got: "Fatûreya 100 lîre, mehek din dibe 200 lîre. Hemû fatûre wisa ne. Nizam ji ber çi ye. Her hal şûna pereyê çirpandine tije dikin."    Ûmût Yilmaz jî ku kafeya wî heye got: "Meha çûyî fatûreya min hezar û 200 lîre hat, lê vê mehê çendî min hindik şixulandibû jî hezar û 800 lîre hat. 50 lîre fatûreya avê tevî bacan 100 lîre tê. Şaşiyek heye. Heger ji 85 milyon kesî 30 lîreyî bistînin, dê ometek pere bike. Serokkomar diçe ji xwe re vîlla û balafiran dikire.Ev tiştekî pir şaş e. Divê bac neyên stendin, divê bên kêmkirin."