TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir 2021-08-30 23:43:23   NAVEND NÛÇEYAN - Tirkiyeyê Kampa Katya ku êzidî lê dimînin bombebaran kir. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.   Li gor nûçeya Rojnewsê, SÎHA'yên Tirkiyeyê Kampa Katyayê ku li Zaxoyê ye û êzidiyên ji Şengalê lê dimînin, bombebaran kiriye. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.   Hat ragihandin ku gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin û ceryana kampê jî bi temamî hatiye birîn.