Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe 2021-08-30 17:14:21 ÇEWLIK - Şewata daristanê ya li çoltera navçeya Korxolê derket, bi bandora bayê ber bi jîngehan ve belav dibe.    Hat îdîakirin ku li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Korxol a Çewligê, duh ji ber xeta voltaja bilind, agir bi daristanê ketiye û ji ber bayê li herêmê belav dibe. Hat ragihandin ku ji ber rêyek nêzî nuqteya ku şewat lê çêbûye tune ye, mudaxeleya ji bejahiyê ve pir zor û zehmet dibe.   WELATÎ MUDAXALE DIKIN   Hat ragihandin ku li herêma ku daristan lê zêde ne, dû radibe û rayedar mudaxale nakin, welatî bi derfetên xwe şewatê vedimirînin.  Hat diyarkirin ku heke mudaxaleyî şewatê neyê kirin, wê şewata 6-7 kîlometreyan dûrî navçeyê bi bandora bayê ber bi jîngehan ve belav dibe.