Li Rihayê mirina bi guman a jinekê 2021-08-30 16:59:51   RIHA - Jina bi navê Hediye Tokay a li Eyyûbiyê dijiya, li mala xwe bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Seçûklû ya girêdayî navçeya Eyyubiyê ya Rihayê, jina 40 salî Hediye Tokay, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Xizmetên Tokay ên bi bûyerê hesiyan agahî dan ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, diyar kirin ku Tokay jiyana xwe ji dest da ye. Cenazeyê Tokay ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.    Polîsan hevjîna Tokay a di dema bûyerê de li malê bû, binçav kirin û derbarê mirovan bi guman a Tokay de dest bi lêpirsînê kirin.