Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin 2021-08-30 15:23:29     STENBOL - Dayikên Şemiyê û Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çarçoveya 30’ê Tebaxê Roja Windahiyan a Cîhanê de daxuyanî da û banga bidawîkirina bêhiqûqiya li ser windayan û îşkenceyê kirin.    Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di çarçoveya 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çiqas hovîtiyek giran hatibe kirin, şînek bêdawî hebe û îşkence jî hebe lê çîrokên wan têkoşîna heqîqet û edaletê ya li dijî zilm û înkarê ye û hat xwestin divê daraz dawî li bêcezakirina heyî bîne û daraz bêalî û biwêrek lêpirsîn û dozên windayên di binçavan de bi rê ve bibe.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serî de Serokkomar Erdogan û kesên dewletê bi rê ve dibin divê dawî li bêhiqûqî û îşkenceya li ser xizmên windayan bînin û bang li îqtidarê hat kirin ku peymanên navnetewî yên derbarê windayan de îmze bike û bisepîne.