Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî 2021-08-30 11:10:37 WAN - Kînyas Ataman ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, ragihand ku ji ber pêkanînên keyfî yên rayedarên girtîgehê, girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê.    Kînyas Ataman ê li Gîrtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê dimîne, zextên li girtîgehê diqewimin û mûameleyên nebaş bi telefonê ji malbata xwe re ragihand. Ataman, di hevdîtina telefonê de, diyar kir ku ji ber biryarên keyfî yên rayedarên girtîgehê, girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê tên kirin ji bo pêkanînên derveyî mirovahiyê li wan tên ferzkirin, naçin nexweşxaneyê.    PÊKANÎNÊN KÊFΠ   Ataman, ji malbata xwe re têkildarî tiştên di girtîgehê de diqewimin ev tişt gotin: “Girtiyên nexweş dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin. Dema sewqa wan tê kirin û diçin nexweşxaneyê jî rastî nêzîkatiyên keyfî û mûameleya nebaş tên kirin. Girtiyê nexweş Koçer Ozdal rastî pêkanînên keyfî hat û jiyana xwe ji dest da. Hevalê me Şemsettîn Ozer nexweşê penceşêrê ye, tedawiya wî nayê kirin. Tedawiya girtiyên nexweş û pîr jî dereng tê kirin. Meheke rayedarên girtîgehê û esker bi derxistina biryarên nû çûna me ya nexweşxaneyê asteng dikin. Esker bi awayekî keyfî di bin navê ‘lêgerînê’ de dixwazin girtî pêlavên xwe ji pê xwe bikin û devê xwe vekin. Ev nêzîkatiyên ku rûmeta mirovan û şikandinê ne. Ligel ku li cihekî pêlavan derdixînin jî meheke li cihên cuda cuda heman ferzkirin tên kirin. Ji ber em van ferzkirina qebûl nakin zextan dikin. Ji ber vê yekê hevalên me yên nexweş jî li dijî ferzkirinan naçin nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Hevalên ku meheke sewqa wan a nexweşxaneyê heye naçin nexweşxaneyê. Em banga hestiyariyê li rayagiştî dikin.”