25 sal in ev malbat karê mahserê dike 2021-08-30 09:03:24 RIHA - Li hemberî hemû zahmetî ya malbata Yildirim, 25 salin dimsê çêdike. Di amedekarîya dimsê de ji 7 a heya 70 yî herkes cih digire.  Malbata Yildirim ku li gundê Beydîn ê bi ser navenda Rihayê ve jiyana xwe berdewam dike, ev 25 sal in debara xwe bi çêkirina dimsê dike. Nêzî 15 sal berê li gundê Beydîn gelek malbatan dims çêdikir, lê îro hindik mal karê dimsê dikin. Ji ber ku çêkirina dimsê zahmet e û xebateke bi hev re dixwaze gelek kesan dev jê berda. Rezê gelek malbatan ji ber baran ne barî hişk bûne. Ferdên malbata Yildirim tevî hemû zahmetiyan jî heya îro karê xwe berdewam dikin.    BENÎ, BASTÊQ Û HÊJÎRAN JÎ ÇÊDIKIN    Malbat di mahşere de tenê ne dimsê çêdike di heman demê de benî, bastêq û mewîjan çê dikin û hêjîran hişk dikin. Ji ber îsal germahî zêde ye malbatê 10 roj zûttir dest bi çêkirina dimsê kiriye û wê heta 20 rojan berdewam bike. Malbat ewilî diçin tiriyê xwe didin hev û dixin ramorka traktorê û komî ser hev dikin û dibin malê. Li aliyekî kr dikin li aliyekî jî ji xwe re stranan dibêjin.    JI BO XWEŞ WERE AXÊ DIXIN NAV   Ewilî tirî di kîsan de diçelmisînin û piştî şerbeta derdikeve dixin sîtilan û dikelinin. Ji bo ku rengê dimsê zelal bibe axê tevlî dikin û ji bo bêhna wê xweş were giyayê xeşûl tevlî dimsê dikin.   'PIR ZAHMET E'    Ayşe Yildirim (54) ku 25 sal in karê dimsê dike anî ziman ku karekî zahmet e û got: “Ku zarok alîkariyê nedin me, em tenê nikarin çêkin. Karekî pirr zor e. Cîranên me dibêjin 'hûn çima vî karî dikin' em jî dibêjin em tu karekî din nizanin. Em tu pere jî jê qezenc nakin, lê dîsa em ji neçarî dikin.”    'BERÊ ZEHMETTIR BÛ LÊ DÎSA JÎ HER KESÎ DIKIR"   Ayşe Yildirim a kedkar anî ziman ku berê karê dimsê hin zahmettir bû û wiha got: “Berê me tirî li nav erd dikir dims, me nikaribû bêne malê. Dema em diçûn û dihatin em bi linga diçûn. Berê zahmettir bû lê dîsa gelek kesa ev kar dikir. Êdî hindîk malbat vî karî dikin. Gelek kesan dev jê berdan. Lê me dev jê bernedaye û em ê heta dawiyê vî karî bikin.”    MA / Emrûllah Acar