Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe 2021-08-30 09:03:23 ŞIRNEX - Apê Ebûbekîr Yilmaz ê ku di her çalakiyên HDP'ê de pêşengtiyê dike anî ziman ku Kurdistan ne çar parçe ye û got: "Em Kurd di nava dewletan de hatine parçvekiri. Pêwîste tifaqa me hebe. Divê em terka vê axê nekin.”  Di salên 1990'î de li Herêma Botanê bi hezaran gund ji ber lêferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin, hatin valakirin û dûv re jî hatin şewitandin. Gundiyên ku ji neçariyê berê xwe dan bajar û metropolên Tirkiyê, li wir jî bi heman zext û gefan re rû bi rû man. Yek ji van jî Apê Ebûbekîr Yilmaz ê ku ji gundê Zivingê yê Şirnexê ye.     Apê Ebûbekîr di sala 1993'yan de bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye” tê girtin. Apê Ebûbekîr di girtîgehê de bi îşkenceyê herî giran re rû bi rû dimîne. Lê belê tevî hemû îşkenceya jî teslîm nabe û hêviya wî ya ji bo têkoşîna tevgera kurd jî bi tu awayî bi dawî nabe. Apê Ebûbekîr piştî ku 3 salan di girtîgehê de dimîne tê berdan. Tevî zilma li Apê Ebûbekîr hatiye kirin jî wî hêviya wî ya ji bo têkoşînê bêtirtir dibe. Apê Ebûbekîr, niha 81 salî ye û li gundê wî vala kirin, îşkence lê kirin û hate girtin. Lê wî tevî hemû polîtîkayên çewisandin û tirsandinê serê xwe netewand û niha li herêmê di her çalakiyêkê HDP'ê de pêşengiyê dike. Bi rakirina ala HDP'ê û tiliyên xwe yên serkeftinê dibe reng û dengê çalakiyên li herêmê.   Apê Ebûbekîr Yilmaz, derheqê pirgirika kurd û netifaqbûna gelê kurd de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'KÊ SERÎ HILDA BE HATIYE TUNEKIRIN'    Ebûbekîr Yilmaz, diyar kir ku di vê pêvajoyê de yêkitiya gelê kurd û Kurdistanê weke av û nan pêwîste û kesên ku dê Rojhilata Navîn ji vê qeyrana şer rizgar bikin kurd in in û wiha got: “Ez hatime vî emrê xwe heta niha min  gelek xweşî û nexweşî dîtin.Lê belê heta niha ya ku ez herî zêde pê êşiyam pirsgirîka Kurd bû. Em Kurd ne tifaqin. Ev rastiya me ye. Di 1925'ê Şêx Seîd li Amedê hat darvekirin, Seyît Riza, Qazî Mihemed jî li Mahabadê darvekirin. Çiqas însanê Kurd serê xwe rakiribe hatiye tunekirin. Lê ev sucê me ye.Heger em yek bûna ew tişt nedihat serê me. Heger yêkitiya gelê Kurd hebûya dibe ku Kurd îro xweser bûna û gihiştibana armanca xwe. Rêz û hûrmeta min ji her mirovekî re heye. Lê ew însanê ku di doza xwe de rast nebe û xayiniye gelê xwe bike  rêza min jê re ne. Her çar perçe jî Kurdistane. Divê em di navbera perçeyan de ferq û cudahiyê nekin. Divêem êdî nebêjin êşîretî. Beriya niha eşîretî hebû,lê êdî ew roj dawîbûn. Divê em dev ji eşîretiyê berdin. Bîra min serdema Seyda Mela Mistefa Barzanî tê. Di wê serdemê de li hemberî ereban têkoşîneke bêhempa dan. Bi hezaran sal jî derbas bibin em Kurd în. Heger em Kurd piştgiriyê nedin hev û yêkitiya xwe ava nekin em ê tim û tim bindest bin. Ez Kurd im, ez ne tirk, ereb û faris im. Divê em nijad, ol û mezheb jibîr nekin. Dema ku mirovî ev û zimanê dayika xwe jibîr kir wê demê ev dinyaye jî û axîret jî wê ji destê me de derbikeve."   'EM KURD DI NAVA XWE DE WEKE SÊ GAYÊN MÊRGÊ NE'    Yilmaz, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser netifaqbûna Kurdan û wiha domand: “Netifaqbûna Kurdan neyaran bi hêz dike û kurdan jî qels dike. Divê yêkitiya me û wekheviya me hebe. Ji bo ku ev çê bibe jî divê em ji hevdû bi bawer bin. Gotiye heger tu nezan bî, binêre cîranî. Em Kurd wek ‘sê gayên di mêrgê de’ ne. Dibêjin zemanekî sê ga di mêrgekî de ne. Yek reş e, yek sor e û yek jî belek e. Gur li van dinêre û bi ser wan ve diçe. Gur diçe ji wan re dibêje, ‘Selamaleykum’. Her sê ga jî dibêjin ‘Tu xêr û silematî û serçavan hatî’. Gur ji wan re dibêje, ‘Ez dixwazim ku hûn min jî di vê mêrga xweş de xwedî bikin’. Ga ji gur re dibêjin ‘Were tu jî weke me. Milkê xwedê firehe qasî ku tu bixwazî av û giya heye’. Gurî diçe birçî dibe. Nizane ku wê çi bike. Ji gaye reş û sor re dibêje ‘Ev gaye beleke eşkere ye, kî li ser vê milê bibore wê bibîne û wê me ji vê milê derbixe’. Gayên reş û sor dibin hevalê gur. Gur diçe gayê belek dikuje. Li ser wê mehek derbas dibe vê carê jî gur diçe xwe dide li gel gayê reş. Ji wî re dibêje ‘Ev gayê sor weke kirasê sore di vê mêrgê de. Kî li ser vê milê derbas bibe wê me bibîne û ji vir derbixîne. Tu çi dibêjî?’ Ga ji wî re dibêje ‘tu keyfa xwe yî’. Gur diçe gayê sor jî dikuje. Mehek derbas nabe diçe dora gayê reş dizivire. Gayê reş jê re dibêje ‘Li te xêre?’ Gur jê re dibêje ‘Bixwedî tu çûyî’. Ga çiqas hewl bide ji nikare xwe ji nava destê gur rizgar bike. Em Kurd di nava dewletan de û di nava xwe de wek wan sê gayên di mêrgê de ne. Pêwîste tifaqa me hebe, şeref û namusa me hebe. Divê em terka vê axê nekin. Ji ber wê divê em çar perçeyên Kurdistanê li hev xwedî derbikevin. Dema ku em li hev xwedî dernekevin, em ê jî wek wan her sê gayê yek bi yek biçin. Bi xwedê em nebin yek, kes xwedî li me dernakeve.”    'TU SERHILDAN EWQAS DIRÊJ NEBÛNE'    Yilmaz, da zanîn ku tu serhildanan qasî vê serhildana Kurdan a dawî dirêj nebû û heger Kurd neyartiya bi hevdû re bi dawî bikin wê tu kes nikare li ser Kurdan zilmê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dîroka Kurdistanê de ewqas mirovan serî hilda, lê li gorî fikra min tu berxwedana qasî ev têkoşîna ku Ocalan dayê destpêkirin berdewam nekiriye. Bi saya vê têkoşînê me xwe ji nû ve nas kir. Em her roj di bin zext û êrişan de ne. Tu roj nîne ku Kurd neyê kuştin. Sedemê kuştinan em bi xwe ne. Bila em yek bin, kî me dikuje bila bikuje. Bila birayê min min nekuje bila hêzên derve bikujin ev ji me re serbilindiye. Komara Tirkiyê ji roja ava bûye heta roja me ya îro ji Kurdan hez nake. Ne AKP, ne MHP û ne jî CHP ji kurdan hez nake. Neyartiya kurdan dikin. Kurd beriya tirkan li ser vê axê bûn. Tirk dûv re ji Turkmenîstanê hatine li ser vê axê. Kurmê darê ji darê ye. Em çi bikin jî em Kurd in. Gelek dewlet neyarên me ne. Yêkitiya me nebe wê her kes bikaribe me bikuje û zilmê li me bike. Lê em bibin yek tu kes bi me nikare."   MA / Zeynep Dûrgût