Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn 2021-08-30 09:03:21 WAN - Ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Prz. Nedîm Sarisaç diyar kir ku li sê girtîgehên bajêr binpêkirinên mafan zêde bûne û nêzîkatiyek cuda nîşanî girtiyên polîtîk ên kurd tê dayîn.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê li girtîgehên Wanê yên Tîpa T, Ewlehiya Bilind û Tîpa F hevdîtin bi girtiyan re pêk anî û rapora derbarê van girtîgehan de di 20’ê tebaxê de bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin di serî de binpêkirina mafê tenduristiyê di gelek waran de mafên girtiyan tên binpêkirin.    Endamê Komîsyonê parêzer Nedîm Sarisaç têkildarî rapora ku parve kirine ji ajansa me re axivî.    NÊZÎKATIYÊN CUDA NÎŞANÎ GIRTIYAN DIDIN    Sarisaç diyar kir ku wan di 16’ê tebaxê de hevdîtin bi girtiyan re pêk anîne û girtiyan pirsgirêkên xwe ji wan re ragihandine û got: “Nameze li Girtîgeha Tîpa F, ji bo serşûştinê ji bo her girtiyek kota 54 lître hatiye dayîn û ev yek jî tê wateya binpêkirina mafê xwe gihandina avê. Li girtîgehan muamele ango sepanên kêfî tên kirin. Heke mafên di Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin werin sepandin, wê ev binpêkirinên mafan neqewimin. Li Girtîgeha Tîpa T jî gardiyan li dijî girtiyên siyasî û siyasetmedarên HDP’yî nêzîkatiyên cuda nîşan didin. Divê di vî warî de îdareyên girtîgehan tevdîran bigirin.”    ASTENGIYA 'HDP'   Sarisaç destnîşan kir ku bi hêceta pandemiyê tedawiya girtiyên nexweş û û girtiyên li benda sewqa nexweşxaneyan in tên derengxistin û wiha got: “Girtiyên sewqa wan tê kirin jî bi şertên giran ên karantînayê re rûbirû dimînin. Me bi girtiyên nexweş re hevdîtin kirin, em ê paşê raporek berfireh derbarê wan de belav bikin. Dest danîne ser radyoyên girtiyan. Dest danîne ser amûrek herî girîng a girtiyan ku ji derve agahî werdigirin. Ev desteserkirina radyoyan yek ji sepana kêfî ye. Mafê azadiya agahî wergirtin a girtiyan tê astengkirin. Li Tîpa T nameyên ji girtiyan re tên ji ber ên HDP’yî ne nadin wan. Bi hêceta wêneyê siyasetmedarek HDP’yî heye name nedane girtiyan.”    DAXWAZA GIRTIYAN    Sarisaç destnîşan kir ku pêdiviyên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne nayên dabînkirin û ji ber derbarê hin girtiyan de ji ber greva birçîbûnê lêpirsîn hatine destpêkirin nayên berdan. Sarisaç got daxwazên girtiyên dikevin greva birçîbûnê rewa ne û mafên wan bi xwe ne.