ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN 2021-08-30 09:00:02 * Ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Prz. Nedîm Sarisaç diyar kir ku li sê girtîgehên bajêr binpêkirinên mafan zêde bûne û nêzîkatiyek cuda nîşanî girtiyên polîtîk ên kurd tê dayîn.  * Xelkê gundê Meleyan ê li ser sînor diyar kirin ku piştî sînorên sûnî niha jî têkiliya wan û xizmên wan bi dîwarên beton tê qutkirin û gotin: “Em nikarin biçin şînên xwe jî. Divê ev sînor werin rakirin.”    * Apê Ebûbekîr Yilmaz ê ku di her çalakiyên HDP'ê de pêşengtiyê dike anî ziman ku Kurdistan ne çar parçe ye û got: "Em Kurd di nava dewletan de hatine parçvekiri. Pêwîste tifaqa me hebe. Divê em terka vê axê nekin.”    *Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê kurd ji ber nasnameya xwe bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û şaredariyên MHP’ê û CHP’ê xizmetê ji wan re nakin.    * Kesên ku ji xizmên xwe yên li girtîgehan re pere şandin hatin binçavkirin û gotin dixwazin girtiyan mehkûmî birçîbûnê bikin.   * Li hemberî hemû zahmetî ya malbata Yildirim, 25 salin dimsê çêdike. Di amedekarîya dimsê de ji 7 a heya 70 yî herkes cih digire.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 175'emîn berdewam bike.   * Komeleya Dersimiyên Mêrsînê, dê têkildarî şewatên li Dersimê berdewam dikin, li Parka Zarokan a Ozgurê daxuyaniyê bide. (12.30)