Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye 2021-08-29 20:24:22 ÎZMÎR - Parêzeran qeydên HTS'ê yên Onûr Gencer ku Denîz Poyraz qetil kiribû lêkolîn kirin û diyar kirin ku kujer ne bi tena serê xwe Poyraz qetil kiriye, bi pilansaziya rêxistinekê qetilkirinê pêk aniye.    Di 17'ê hezîranê de kujer Onûr Gencer bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de girtibû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Lêpirsîna têkildarî kuştinê berdewam dike. Her çiqas kujer bi lezûbez hatibe girtin jî heta niha hêj têkildarî bûyerê îdianameyek nehatiye amadekirin. Ji parêzerên Poyraz, Turkan Aslan diyar kir ku wan qeydên HTS'ê yên telefona kujer lêkolîn kirine û di qeydan de derketiye holê ku kujer Gencer ne bi tena serê xwe kuştinê pêk aniye.    'PILANSAZIYEK RÊXISTINKIRÎ'   Li gorî nûçeya Jinnewsê; parêzer Turkan Aslan destnîşan kir ku parêzeran qeydên HTS'ê lêkolîn kiriye û parêzeran derxistiye holê ku kujer ne bi tena serê xwe Poyraz qetil kiriye, bi pilansaziya rêxistinekê qetilkirinê pêk aniye. Aslan da zanîn ku piştî qeydên HTS'ê hatine lêkolînkirin daxwazên xwe amade kirine lê ji ber betlaneya edlî van daxwazan radestî dozger nekirine û ew ê di 1'ê îlonê de tişta pêwîst çi be dê bikin.