DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne 2021-08-29 16:53:59 DERSIM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di nava şandeya ku destûr nehat dayîn biçe herêma şewatê ya 13 rojin li Xozatê dewam dike de cih girt,  got: “Ev şewat, encamên polîtîkayên dijminantiyê yên li dijî gelê Kurd tên meşandin in.”   Şandeya ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Togrûl û Mehmet Ruştu Tiryakî jî di nav de, hat Dersimê. Şandeyê xwest biçe çoltera Xozatê ya ku şewat 13 rojin lê dewam dike. Şande berî bikeve rê, bi Hêzên Ked û Demokrasî yên Dersimê re, li herêma Karoglan daxuyanî da çapemeniyê.   ÊRIŞEK TOPYEKÛNE    Serokê Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) Selman Yeşîlgoz, di daxuyaniyê de axivî û got: “Piştî 13 rojan nû mudaxileyî şewatê kirin. Ev rewş pir balkêşe. Bi salane li bajêr, heman senaryoyê pêk tînin. Li Dersimê, li dijî erdnîgariya Kurd ev senaryo qet na guhere. Erdnîgariyek bi şewitandin û xerakirin, tune dikin. Em van şewatan weke êrişek tevayî ya li ser erdnîgarî, daristan, ziman û çanda xwe dibîn in.”   POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, diyar kir ku erdnîgariya gelê Kurd, bi salane dibin navê “Ewlekariyê” de, di şewitînin û wiha bertek nîşan da: “Îro dest bi mudaxileya şewatê kirin. Ev mudaxile di encama zextên raya giştî de hat destpêkirin. Ev şewatên daristanan, polîtîkayên dijminantiyê yên li dijî gelê Kurde. Bi van êriş û polîtîkayan hewl didin heremê bêmirov bihêlin. Me bi têkoşîn, ziman û çanda xwe jiyana xwe berdewam kir. Ji vir û şûnde jî emê têkoşîna xwe dewam bikin.”   ŞANDE ASTENG KIRIN   Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, dûre ber bi herêma şewatê ve ketin rê. Lê eskeran, li Bîlgeç destûr nedan ku şande derbas bibe û asteng kirin. Biryara walîtiyê wekî hincet ji bo vê rewşê hat nîşandan. Şandeya ku li ser vê yekê derbasî navçeya Pulurê bû, hevdîtinên xwe dewam dike.