Ceza dan girtiyên guvend gerandin 2021-08-29 14:05:13   EDENE - Agît Tekîn ê li Girtîgeha Tarsûsê dimîne, diyar kir ku rayedarên girtîgehê bi hinceta gerandinê guvendê cezayê dîsîplînê li wan biriye.    Girtî Agît Tekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê ya Mêrsînê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de vegotin.    Tekîn, bi bîr xist ku rayedarên girtîgehê cezayê dîsîplînê li wan biriye û got: “Ji ber ku me di qawîşa xwe de guvend gerand, derbarê me de lêpirsîna dîsîplînê vekirin. Piştî lêpirsînê ceza dan me. Me îtîrazên pêwîst kirin. Li dozgeriyê jî me gilî kir. Rêveberiya girtîgehê, bi cezayên dîsîplînê yên keyfî hewl dide înfazên me bişewitîne.”