Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e 2021-08-29 10:02:55 STENBOL - Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, diyar kir ku ew ê derbarê polîsê ku jê re got, “Ma min kuşt, ku wisa be min baş kir” de gilî bike û got: “Êdî bi rehetî, qebûl dikin ku mirovan dikujin.”    Dayika Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Geziyê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin Gulsum Elvan, di bîranîna parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da de, rastî heqareta polîs hat. Polîsê ku nasnameya kesên beşdarî bîranînê bûn kontrol dikir, ji bo dayika Elvan a ku got “Ma hûn nas nakin? Ez dayika zarokê ku we kuştiye me” bersiva “Ma min kuşt, ku wisa be min baş kir” da bû. Ev bersiva polîs rastî bertekan hatibû. Gulsum Elvan, di bîranînê de, heqaretên li hatin kirin nirxandin.    QEBÛL DIKIN KU KUŞTINE   Elvan, tiştên di bîranînê de hatin jiyîn wiha vegot: “Parêzera min ji polîsên ku nasname ji min xwestin re got, ‘Ji xwe hûn wê nas dikin. Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvane.’ Polîs dûre bersiva ‘Em kesek wiha nas nakin’ da. Min jî li ser vê bersivê wiha got, ‘Hûn min pir baş nas dikin. Ez dayika zarokê ku we kuştiye me.’ Piştre polîs ji min re got, ‘Ma min kuşt, ku wisa be min baş kir.’ Parêzer ketin navberê û pirsa ‘Hûn kîne?’ Navê xwe bêjin jê kirin. Bi rastî jî ev rewşek pir giran bû. Peyva  ‘Min baş kir’ a polîs hîna jî tê bîra min. Êdî bi rehetî, qebûl dikin ku mirovan dikujin.”   EV NE GEFA EWILE   Elvan, anî ziman ku ev ne cara yekemîne ku vê rewşê dijî û wiha hirsa xwe nîşan da: “Bi dehan car min ev rewş jiyaye. Lê mixabin min tu encam bi dest nexist. Berê jî ji me re gotin, ‘Belê me zarokên we kuşt, niha dûra we ye.’ Bi vî awayî her tim gefan li me dixwin. Em ê derbarê polîsan de gilî bikin. Dîmen di destên me de ne. Em ê şopdarê vê yekê bin. Çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”