Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê 2021-08-29 09:08:31 SÊRT – Ahmet Tîmûrtaş ku 2 sal û nîvîn nikare biçe girtîgehê cem kurê xwe yê di greva birçîbûnê de, destnîşan kir ku girtîgeh bûne "navenda bêhiqûqîtiyê" û berpirsiyarê vê jî saziyên navneteweyî ne.    Piştî pandemiyê li girtîgehan gelek astengî hatibûn danîn. Çendî li derve pêvajoya asayî dest pê kiriye jî, lê li girtîgehan hê jî astengî nehatine rakirin û di vê pêvajoyê de binpêkirinên mafan zêde bûn. Girtî jî ji ber ji ber binpêkirinên mafan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdara 2020'î de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn û greva wan di roja 276'an de didome.    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Suleyman Tîmûrtaş e. Tîmûrtaş di Girtîgeha Ordû ya Tîpa E'yê de ye.    Bav Ahmet Tîmûrtaş, anî ziman ku kurê wî berê di Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê de bûye û 3 sal berê sewqî Girtîgeha Ordû ya Tîpa E'yê hatiye kirin û ji ber tenduristiya xwe û rewşa aborî 2 sal û nîv in nikare biçe girtîgehê kurê xwe bibîne.    Tîmûrtaş, bilêv kir ku tenê her hefte bi telefonê bi kurê xwe re diaxive. Tîmûrtaş got: "Beriya Covîd-19'ê jî tahde li wan dihat kirin. Pirtûk û rojname nedidan wan. Piştî Covîd-19'ê her tişt qedexekirin. Girtîgeh bûye navenda bêhiqûqîtiyê. Ji xeynî vê ji bo Covîd-19'ê tu tevdîr negirtin. Amûrên paqijiyê pir biha firotin, fiyetên eşyayan bûn sê qat."    Bav Tîmûrtaş, anî ziman ku kurê wî ku li dijî van şert û mercan ketiye greva birçîbûnê ya niha, berê jî di tevli çalakiya greva birçîbûnê yya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê di 8'ê Mijdara 2018'an de hatibû destpêkirin bûye û 82 rojan di grevê de maye.    Tîmûrtaş, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan û bi dehhezaran girtî di şert û mercên ji tecrîdê wêdetir de ne û girtîgeh bûne "navendên bêhiqûqîtiyê". Tîmûrtaş, diyar kir ku berpirsiyarê zext û zilma li girtîgehên Tirkiyeyê saziyên navneteweyî ne û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê rexne kirin. Bav Tîmûrtaş, bang li her kesî kir ku ji bo girtiyan hesas bin.