Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne 2021-08-29 09:06:55 ÊLIH - Hevserokê SES a Şaxa Êlihê Denîz Topkan, diyar kir ku li Êlihê hê 350 hezar kes aşî nebûne û li bajêr hejmara pêketiyan a rojane 500 e.    Her diçe hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê dikevin û ji ber wê dimirin zêde dibe. Hat diyarkirin ku li Êlihê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Êlihê Denîz Topkan, diyar kir ku di hemû pêvajoyên asayî de li bajêr pêvajoya pîkê rû dide. Topkan, got: "Tevî pêvajoya asayî ya di 1'ê Tîrmehê de dest pê kir, bû cara 4'an em bi pîkê re rû bi rû dimînin. Di hefteya ewil a Hezîranê de hejmara pêketiyan pir kêm bûbû, lê niha rojê hezar an jî hezar û 200 test tên kirin û nîviyê van testan pozîtîf derdikevin. Niha hejmara pêketiyan a rojane 500 e. Serwîsên Covîd-19'ê ên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê tije bûne. Ên li malê tên dermankirin jî hene. Niha li nexweşxaneyê di ser 240'î re nexweş hene. Ji vana 45 jê di beşa awarte de ne."    ÊN LI NEXWEŞXANEYÊ ÊN NEAŞÎKIRÎ NE   Topkan, destnîşan kir ku li Êlihê rêjeya aşiyê kêm e û got: "240 kes li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ne. Ji sedî 85'ê vana kesên neaşîkirî ne. Ji sedî 15 jî doza ewil kirine û ya dudoyan nekirine. 45 kesên li beşa awaret jî kesên neaşîkirî ne. Ji sedî 35'ê nexweşan ciwan in. Ev rêje ji ber helwesta ciwanan ku dibêjin 'tiştek bi me nayê' rû daye. Divê ciwan baldar bin. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de, ciwan jî hene. Bila kes nebêje tiştek bi min nayê. Ji bo tiştek bi we û derdora we neyê, divê hûn baldar bin."    MASKE Û MESAFE   Topkan, destnîşan kir ku piştî pêvajoya asayî ya vê dawiyê dest pê kir kesî guh nedaye maske û mesafeyê û ji bo bikaranîna maseyan û mesafeyê bang kir.    350 HEZAR KES AŞÎ NEBÛNE    Topkan, destnîşan kir ku li bajêr 136 hezar kes aşî bûne û yên nebûne jî di ser 350 hezar kesî re ne. Tipka ji bo aşiyê bang kir û divê kes qîma xwe bi dozekê neyne û doza dudoyan jî bê krin. Her wiha Topkan, da zanîn ku ji sedî 80'yê kesên pê ketine, ên varyanta deltayê ne.    MA / Fethî Balaman