Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn 2021-08-28 16:01:39   ÊLIH - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, pirsa aqûbeta Mehmet Emîn Çelîk ê li navçeya Hezoyê di sala 1994’an de hat kuştin, kirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 492’yemîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan di çalakiyê de vekirin.      Endamê rêveberiya Şaxa ÎHD'ê Yûnûs Bagiş, di çalakiyê de axivî û pirsa aqûbeta faîlên Mehmet Emîn Çelîk ê di 28’ê Tebaxa 1994’an de polîsên tîmên taybet ew ji mala xizmê wî Mûzaffer Dûrmaz a li navçeya Hezoya Êlihê derxistin û pişt re gule lê barandin, kir. Bagiş, diyar kir ku li gorî beyanên şahidan bûyer wiha pêk hat: “Polîsên tîmên taybet ên saet di 23.30’an de hatin malê bi hêceta ‘îfadeya wan heye’ M. Emîn Çelîk û Mehdî Çelîk ji mala ku lê mevan in derdixin derve. Piştî ku 15 mîtroyan ji malê dûr dikevin guleyan li Mehmet Emîn Çelîk dibarînin û dikujin. Mehdî Çelîk jî ji bert arî ye direve û xwe xelas dike.”