Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan 2021-08-28 13:59:24     ENQERE - Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, xwest ku girtiyê nexweşê penceşêrê Alî Osaman Kose yê 64 salî bi lezgînê serbest bê berdan.    Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, di heftiye 364’emîn a çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Alî Osman Kose (64) yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê dimîne. Rêvebera Navenda Giştî Nûray Çevîrmen, di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê hat lidarxistin de axivî, dest nîşan kir ku Kose bi salane di girtîgehê de ye û gelek nexweşiyên wî hene.   SERBEST BERDIN   Çevirmen, axaftina xwe wiha dewam kir: “Reşa tenduristiya Alî Osman Kose giran bûye. Ji ber penceşêrê, talûke û rîska wî ya jiyanê heye. Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de, jiyana xwe dewam bike. Divê rewşa wî li ber çavan bê girtin û demildest serbest bê berdan. Ji bo ku Kose di şart û mercên baş de bê dermankirin, em dixwazin ku bi lezgînê bê berdan.”