Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn 2021-08-28 12:21:39 AGIRÎ - Li navçeya Giyadinê, cisme ku zarokan li Çiyayê Tendûrekê dîtin û anîn malê, teqiya. Di teqînê de, kesekê jiyana xwe ji dest da û yek jê giran 4 kesên zarok jî di navê de, birîndar bûn.    Li goma Çoban a gundê Haci Halît ê girêdayî navçeya Giyadinê ya Agiriyê, di malekê de teqîn çêbû. Di teqînê de Mehmet Tûran ê 50 salî jiyana xwe ji dest da, yek jî giran 4 kesên zarok jî di navê de birîndar bûn. Eskerên hatin cihê bûyer, dest bi lêkolînê kirin. Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.     Li gorî agahiyên xizmên malbatê dan; zarokan li Çiyayê Tendurekê şivantî dikir. Cismekê li quntarên çiya dîtin, anîn malê. Piştre ev cism teqiya. Di teqînê de Mehmet Tûran jiyana xwe ji dest da û 4 kesên zarok jî di navê de birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadinê. Hat diyarkirin ku bedena Mehmet Tûran ji ber teqînê parçe bûye.