Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye 2021-08-28 10:49:24   STENBOL – Dîrokzan Mehmet Bayrak, anî ziman ku hêzên kurd ku ji Peymana Lozanê heya niha bi destê siyaseta înkar û tunekirinê li hemberî hev du şer dikin, êdî divê dersê ji dîrokê bigirin û yeqîniya xwe bi hêza xwe ya xweser bînin. Bayrak, ji bo dorfirehkirina deskeftiyan jî got: "Ji bo kurdan hêza yekbûyî bivênevê û mecbûrî ye."    Bi Peymana Lozanê re ku di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hat îmzekirin û kurd di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dabeşî ça perçeyan hatin kirin, kurd bi polîtîkayên tunekirin, înkarkirin û bişavtinê re rû bi rû man. Piştî vê peymanê kurd bi komkujiyên mezin re rû bi rû man. Çendî komkujiyên mezin hatin serê wan jî, lê bi berxwedanê hebûna xwe heya roja îro domandin û destkeftiyên mezin bi dets xistin. Niha jî bi senaryoyeke bi vî rengî, bi destê PDK'ê xistine dewrê.    Dîrokzan Mehmet Bayrak, polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî kurdan, têkoşîna kurdan a li hemberî vê polîtîkayê û serketin û kêmasiyên di vê têkoşînê de ji MA'yê re nirxandin.    Bayrak, anî ziman ku piştî Peymana Qesra Şîrînê, di sala 1923'yan de erdnîgariya kurdan bi Peymana Lozanê re bi awayekî fiîlî dabeşî çar perçeyan hatiye kirin û bi vî awayî li hemberî kurdan starta polîtîkayên tunekirin, înkarkirin û koçberiyê hatiye dayîn.   Bayrak, destnîşan kir ku Peymana Sadabat, Peymana Bexda û Peymana Centoyê jî ku di navbera deletên herêmê de hatine îmzekirin, rasterast kurdan eleqdar dike û got: "Em li alîgirên van peymanan mêze bikin. Yek jê Tirkiye ye, pirsgirêka kurdî heye. Yek jê Îran e, pirsgirêka kurdî heye. Yek jê Iraq e, pirsgirêka kurdî heye. Yek jê Sûriye ye, pirsgirêka kurdî heye. Û Pakîstan jî hebû. Ê wê jî pirsgirêka wê ya pencabê heye. Yanî ên van rejîman diparêze û armanc dike, Amerîka û Îngîltere ne. Divê ev baş bê fêmkirin."    QANÛNA BINGEHÎN A TC'YÊ    Bayrak, destnîşan kir ku kurd û erdnîgariya kurdan heya niha tim bi rejîmên awarte hatine birêvebirin û got: "Jixwe beriya komarê îdareyên orfî hebûn. Di sala 1925'an de 'Takrîr-î Sukûn' heye. Ev pêvajoyeke ku hemû azadî ji holê rakirine. Di sala 1927'an de rejîma Ûmûm-î Mufettîşkîk heye. Ev rejîm 40 salan dewam kir. Piştî 1947'an, bi pêvajoya rojavayîbûnê re, nermbûnek rû da, lê belê ji serdema Partiyya Demokratê ve, cardin îdareyên orfî û rêvebiriyên tund û rejîmên awaret pêk hatin. PLana Şark Islahatê heye ku cara ewil min weşand û Mesût Yegen jî weê wekî 'Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê a derbarê kurdan de'. Ev planeke ji 28 xalan pêk tê. Di xala ewil a planê de, heya plan bi temam bibe, dê li Kurdistanê îdareyên orfî, yanî rêvebiriya awarte pêk bê. Piştî vê rêvebirina erdnîgariya Kurdistanê tim cuda bûye."   ‘FERASETA QEYÛM JÎ PERÇEYEKE HEMAN FERASETÊ YE'    Dîrokzan Bayrak, anî ziman ku qeyûmên tayinî şaredariyên HDP'î hatin kirin jî perçeyeke vê feraset û van planan ne û got: "Bi rejîma qeyûman jî heman pêvajo pêk tê. Her tim rejîmeke cuda pêk hat. Ev tim rejîmeke eskerî bû. Bi komkujî, tenkîl, tedîp û tehcîrê hewl dan pirsgirêka kurdî çareser bikin, lê tu carî pêk nehat. Dîrok jî û geşedanên roja îro jî şahidê vê ne."    Bayrak, destnîşan kir ku êdî pirsgirêka kurdî bi rêbazên bi vî rengî nayê çareserkirin û ev yek gelek caran hatiye îspatkirin. Bayrak, diyar kir ku heya kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexin, dê erdnîgariya kurdan bibe hêlîna kînê. Bayrak, anî ziman ku tiştên niha diqewimin jî îspata vê yekê ne û gelên din jî bandoreke neyînî ji vê digirin.    ‘KURD CARA EWIL JI BO XWE ŞER KIRIN'    Bayrak, anî ziman ku handîkapa herî mezin a li ber kurdan û divê dersê bigirin jî, ew e ku ji aliyên hêzên cuda ve hatine bikaranîn û got: "Hêzên cuda tim hewl dan kurdan ji bo mifha xwe bi kar bînin û axirê ew li holê hiştin. Lewma min piştî şerê Sûriyeyê di hevpeyvînekê de gotibû, 'kurd cara ewil ji bo xwe şer dikin.' Ji lew re li hêlekê dewleta Sûriyeyê, ji hêlekê jî Tirkiye hewl dide kurdan ber bi xwe ve bikişîne. Lewma kurd, li wir, cara ewil ji bo xwe şer kirin. Ez vê jî bibêjim; ji niha û pê ve dê pergala Sûriyeyê qet nebe wekî ya berê. Tew pergaleke federatîf a çar aliyî hebû. Ê ku ev asteng kir, bala xwe bidinê dîsa Tirkiye ye. Lewma kurdên li wir têdikoşin, teqez dê mafên xwe bi dest bixin. Heger bi dest nexin, dê rejîma Sûrieyê nikaribe bi pergala berê li ser pêya bimîne. Mecbûr e vê yekê qebûl bike."    Bayrak, anî ziman ku li Kurdistana Federe jî deskeftiyên girîng bi dest ketine û divê ev destkeftî baş bên nirxandin.   ‘KURD, DIVÊ XWE BISIPÊRIN HÊZA XWE YA XWESER'   Bayrak got: "Kurd, ji dêvla berbayî lîstika hin kesan bikevin, divê xwe bisipêrin hêza xwe ya xweser û gelê xwe. Helbet Tirkiye û hêzên din dê hewl bidin ku wan ji bo mifha xwe bixebitînin. Lewma pir girîng e ku mirov dersê ji dîrokê bigire. Gelek mînakên vê hene. Hêzên dagirker, dixwazin ji kurdan unsûrine alîgir çêbikin. Ev tibîhetek wan e. Lewma di vî warî de peywir dikeve ser milê rewşenbîriya kurdan û kurdan bi xwe. Neteweyên ku dersê ji dîrokê negirin, dê têk bişikên. Ev pir aşkere û zelal e. Her tişt li ber çavan e."    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Bayrak, destnîşan kir ku kurd ji bo destkeftiyên xwe zêdetir bikin pêdiviya wan bi yekîtiya neteweyî heye. Bayrak, "Koferansa Kurdistanê Li Tirkiyeyê" ku di 17-18'ê Îlona 2011'an de li Amedê hatibû lidarxistin û ew bi xwe jî tevlê bûbû, bibîr xist û diyar kir ku di vê konferansê de biryar hatiye girtin ku konferansek bi vî rengî li Herêma Kurdistana Federe jî bê lidarxistin, lê belê hin hêz mudaxile kirine û ev yek pêk nehatiye.    Bayrak destnîşan kir ku divê desr ji vê bê girtin û got: "Gava windahiyek çêbibe, dê ev windahî tenê ne ya partiyyekê, tevgerekê an jî komekê be. Dê a gelê kurd û gelên din be. Lewma em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku her kesî eleqedar dike. Di vî warî de divê her kes bi aqil tevbigere."    ‘YEKÎTÎ BIVÊ NEVÊ YE'    Bayrak, anî ziman ku hem li Kurdistana Federe hem jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, kurd destkeftiyên mezin bi dest xistine û li gor berê êdî xwedî kadroyên wisa ne ku li gelek welatn cîhanê xebatên xwe dimeşînin. Bayrak, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên dersê ji paşeroja xwe negirin dê bedêlên pir giran bidin û got: "Lewma hêzeke yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye."    MA / Îdrîs Sayilgan