'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin' 2021-08-28 09:09:51 WAN - Waniyan nerazîbûna xwe ya ji bo helwestên nîjadperest ên li hemberî kurdî anîn zman û li dijî an êrîşan bang kirin ku her kes bi zimanê xwe yê zikmakî û bi çanda xwe bijî.    Zext û zoriyên li ser zimanê kurdî didomin. Herî daî di qenaleke televîzyonê de, pêşkeşvan Dîdem Arslan Yilmaz mvaneke xwe ya bi kurdî axivî, ji ser xeta telefonê girt. Bertekên li dijî vê helwesta nîjadperest didomin.    Waniyan jî nerazîbûna xwe ya di vî warî de bi awayekî tund anîn ziman û bang kurdan kirin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.    Nazmî Işik, diyar kir ku kurd bi sedan sal in li vê axê bi zimanê xwe hene û qedexeyên li ber kurdî ji bo Tirkiyeyê cihê şermeke mezin in.    DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMΠ   Fadil Aslan jî anî ziman ku êrîşên li ser kurdî bes di qenalên televîzyonan de nayên kirin. Aslan, bilêv kir ku li Meclîsê kurdî wekî zimanê "x, zimanê nayê zanîn" tê tomarkirin. Aslan, destnîşan kir ku divê li Meclîsê axaftina bi kurdî hebe û got: "Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene. Lewma divê kurdî bibe zimanê fermî."    'EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'    Beyan Ozkan jî êrîşên nîjadperest ên li ser kurdî şermezar kirin û wê tim bi zimanê xwe biaxivin û bang li hemû kurdan kir ku bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li zimanê xwe derkevin.    Yavûz Işik jî anî ziman ku li Tirkiyeyê kurd ji ber feraseta mirovên nîjadperest bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û Haci Civakli jî destnîşan kir ku provakasyonên tên kirin qebûl nakin û bang li kurdan kir ku bi zimanê xwe biaxivin.    TÊKOŞÎN   Rasîm Elber jî anî ziman ku bersiva herî baş a li dijî van êrîşên nîjadperest ew e ku heya kurdî bibe zimanê fermî divê kurd bitêkoşin.    Şahîn Ak jî bilêv kir ku ev helwest helwestine faşîzan in û çendî u hewldanên jib o tepisandina gelê kurd û çanda kurdî hebin jî, kurd dev ji çanda xwe û zimanê xwe bernadin û têdikoşin.