Li Cizîrê 9 kes hatin girtin 2021-08-27 18:56:58   ŞIRNEX- Li Cizîrê Dadgeha Bilind cezayê 12 kesan erê kir û 9 kes hatin girtin.    Dadgeha Bilind cezayê 12 kesên ku di bûyerên 15'ê Sibata 2008'an de ên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qewimîbûn hatibûn binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrê ve 3 sal û meh û 15 roja ceza li wan hatibû birîn, erê kir.  Piştî erêkirina ceza ji 12 kesan 9 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.   Ji kesên hatin girtin navê hin kesan ev in: Edîp Yagarcik, Remzî Dadak, Hûsnû Dadak, Çetîn Dayar, Tahsîn Mendeş û Yusuf Uykur.   Her 12 kes bi îdîaya "Sûcdariya li ser navê rêxistina çekdar" dihatin darizandin.