Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede 2021-08-27 11:20:50 RIHA - Malbata Şenyaşar a ku 172 roj in li edaletê digere got: “Ji bo maf, hiqûq û edaletê li Qesra Edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê di bin zilmê de didome. Bila edalet were û zilm bi dawî bibe.”    Malbata Şenyaşar (Emîne û lawê xwe Ferît Şeyaşar) 172 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin. Malbat îro jî hat ber avahiya edliyê û derbasî cihê çalakiya xwe ya her roj bû û dest bi nobetê kir.    Malbatê dovîz û pankartan vekirin û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Serokkomariyê etîket kir û wiha got: “Ji bo maf, hiqûq û edaletê li Qesra Edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê di bin zilmê de didome. Bila edalet were û zilm bi dawî bibe.”