Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd 2021-08-27 09:24:32 SEMSÛR - Her roj bi sedan kes ji bo ku temaşeyî hilatin û rojavabûna rojê bikin, tên Çiyayê Nemrûdê. Kesên ku piştî meşek dûr û zor xwe digihînin lûtkeya çiyê, di bêdengiya berbanga sibê de temaşeyî dîmenên bêhempa yên hilatina rojê dikin.   Çiyayê Nemrûdê yê dikeve navçeya Kolik a Samsûrê, di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê UNESCO de cih digire. Her roja bi sedan kes ji bo ku derkevin Çiyayê Nemrûdê û temaşeyî hilatin û rojavabûna rojê bikin, ji berwarên tîk heya 40 deqeyan dest bi meşek dûr û zor dikin. Kesên ku piştî vê meşa zor û zehmet digihîjin lûtkeya çiyê, li pêş xwe peykerên gewre yên ji serdema Kraltiya Kommagene mayîne dibînin.     Geştiyar ango kesên diçin serdana hilatina rojê ji ber sermayê bi betaniyan tên, li qurbangeha agir a pêş nîgarên kralê gewre, peykeyrên xwedê, şêr û teyr li benda hilatina rojê dimînin.   Mêvanên ku bi ronahiya ewil ên tîrêjên rojê re, bi dîmenek bêhempa re rû bi rû dimînin, di nava bêdengiyê de, dest bi temaşekirina vê kêliya bedew û bi wate ya hilatina rojê dikin.   MA / Lezgîn Akdenîz - Bîlal Gezer