Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye 2021-08-27 09:04:28 STENBOL - Akademîsyen Feyzî Erçîn ku ji aliyê "rektorê qeyûm" ê nû yê Zanîngeha Bogazîçiyê ve peywira wî hat bidawîkirin, anî ziman ku israra îqtidarê ya ji bo qeyûm, hewldaneke bêhûde ye.  Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 2'yê Çileyê de Prof. Dr. Melîh Bûlû wekî rektor tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû. Lê piştî protestoyên xwendekaran Bûlû di 14'ê Tîrmehê de ji peywirê hatibû girtin. Li şûna Bûlû, Prof. Dr. Mehmet Nacî Încî tayinî zanîngehê hat kirin. Bertekên xwendekar û akademîsyenan ên li dijî vê didomin.   Akademîsyen Feyzî Erçîn ku gava Încî wekîlê Bûlû bû û ew ji peywirê girtibû, berxwedana Bogazîçiyê nirxand.    BERXWEDAN    Erçîn, anî ziman ku roja ku Melîh Bûlû wekî "qeyûm rektor" hat tayinkirin hemû pêkhateyên zanîngehê dest bi protestoyê kirine û mudaxileyê piştî vê tayinkirinê dest pê kirin jî hem polîtîk in hem jî di warê hiqûqî de şaş in. Erçîn, bilêv kir ku lewma di 8 mehên borî de hem mafên xwe yên protestoyê bi kar anîne hem jî serî li rêyên hiqûqî dane.    MULAQAT NEHATIN KIRIN   Erçîn, diyar kir ku piştî Încî wekî "qeyûm rektor" hatiye tayinkirin heyama duyem a berxwedan û protestoyên wan dest pê kirine û van heyaman wekî "Heyama qeyûm Melîh Bûlû" û "Heyama qeyûm Nacî Încî" bi nav kirine. Erçîn, da zanîn ku gava mirov li van her du heyaman mêze dike dibîne ku hem cudahiyên wan hem jî hêlên wan ên dişibin hev du hene. Erçîn got: "Dişibin hev, ji lew re biryar an bi wekaletî an jî bi awayekî hevkarî hatin girtin. Îmzeya qeyûmê niha Nacî Încî, li bin hemû biraran heye. Cudahiyên di navbera her du heyaman de jî, ji bo akademîsyenên li dijî tayinkirinê de, tu tiştî îfade nake. A rast cudahiya vê tayinkirinê ew e ku îqtidarê berxwedana Bogazîçiyê dît, ev kes tayin kir. Yanî divê mirov şîrove bike çima di van şertan de ev kes hat tayinkirin."    Erçîn, da zanîn ku beriya tayinkirina dudoyan akademîsyenan di navberda xwe de 17 namzet diyar kirine û li hev kirine ku heger ji van kesan yek jê bihata tayinkirinê dê piştgiriya wî bihatana kirin û got: "Bi vê hat xwestin vê peyamê bidin, 'Em dixwazin vê meseleyê hel bikin û di nav me de ji bo çareseriyê gelek kese hene dikarin bibin namzet.'"    Erçîn, bilêv kir ku lê belê tayinkirineke ecêb hatiye kirin û got: "Kesê herî xirab tayinkirin. Hem kesekî nû ye hem jî di nav kirinên heyama berê de cih girtiye. Bi vê tayinkirinê xwestin bêjin, 'hûn çi dikin bikin, em bi vî awayî dixwazin.'"    ÎMZEYA ÎNCÎ LI BINÎ HEMÛ TEXRÎBATAN HEYE   Erçîn, destnîşan kir ku di dema Bûlû de zanîngeh pir hatiye texrîbkirin û li binî van texrîbatan îmzea Încî jî heye. Erçîn, anî ziman ku bi vê tayinkirinê de diyar bû ku dê Încî helwestine pir dijwar bigire û got: "Nacî Încî dixwaze vê bibêje, 'ez ê vê zanîngehê bi kulma hesinî bi rê ve bibim.' Em di serlêdana wî ya namzetiyê de, îmayên gefxwarinê dibînin. Jixwe rewşa Can Candan û ya min ku ders nedan me, mînak e ji bo vê."    'HEWILDANEKE BÊHÛDE'    Erçîn, destnîşan kir ku îqtidar ji ber ku rayên wê kêm dibin û êdî bala ciwanan nakişîne, di tayinkirina qeyûman de israr dike û got: "wer xuya ye azadiya li zanîngehan wekî sedema windakirina xwe dihesibînin. Ji lew re mirov hêzê ji pêwendiya di navbera pêkhateyên zanîngehê de digirin û dibînin ku cîhan ber bi ku ve diçe. Ev tişt jî helandina îqtidarê leztir dikin. Lewma dixwazin ciwanan bitepisînin û bitengijînin. Lê tişta dikin hewldaneke bêhûde ye."    ‘DÊ BERXWEDAN MEZIN BIBE'    Erçîn, destnîşan kir ku ev hewldanên dawî yên vê ferasetê ne û got: "Em ê tu carî nehêlin mafên me bên xespkirin. Lewma em ê heya dawiyê xwedî li mafê xwe yên hilbijartin û bijartinê derkevin."   Erçîn ku got "Têkoşînên bi vî rengî dibin sedema serketinên mezin. Berxwedan dê xurtir bibe" anî ziman ku heger bi hev re tevbigerin dê bi ser bikevin û ji bo vê bal kişand ser piştgiriya raya giştî.    MA/ Kadîr Guney