Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine 2021-08-27 09:04:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Du kesên ku ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Efrînê de hatin darizandin, dadgehê derheqê wan de biryara beraetê dabû. Lê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta "hevokên bi kurdî parve kirine" îtiraz kir.    O.K. û B.Y. ku derbarê operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li hemberî Efrînê li ser hesabên xwe yên medyaya sanal parvekirin kiribûn, di 22'yê Çileya 2018'an de hatibûn binçavkirin. Paşê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "sedema kîn û nefretê" derbarê wan de doz hatibû vekirin. Di danişîna çenda meh berê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 15'an a Enqereyê de, derbarê her du kesan de biryara beraetê dabû.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî li ber vê biryarê rabû û serî li Serokatiya Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî da. Di îtirazê de hatiye xwestin biryara beraetê ya derbarê her du kesan de bê xerakirin û ji ber parvekirinên bi kurdî bên cezakirin.    Serdozgeriyê di îtiraza xwe de ji bo O.K. gotiye, twîta "Ji şerê Efrînê re na, ji dagirkirina Efrînê re" retweet kiriye û hevoka "siwar hatin peya çûn" a bi kurdî parve kiriye. Ji bo B.Y. jî diyar kiriye ku hevoka "Heqîqet evîn e, evîn jî şerê ji bo nan e" û "Ji şerê Efrînê re na" parve kiriye.    Di beşa encamê ya îtirazê de hatiye xwestin ku her du kes bên cezakirin û biryara beraetê li "dijî qanûnê ye."    MA / Gokhan Altay