Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan 2021-08-26 11:58:33 RIHA - Yek jê jin 5 kesên temenê wan di nava 18 û 24 de tê guhertin ku di sala 2015’an de têkildarî şikandina cama avahiya AKP’ê ya li navçeya Eyyubiyeyê hatibûn girtin, îşkenceyên giran ên li miduriyeta polîsan li wan hatin kirin di eywana dadgehê de vegotin. Ş.Ç. a diyar kir tecawizê wê hatiye kirin, ligel vegotinên bergumanan jî cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî lêhat birîn.  Yek jê jin 5 kesên temenê wan di nava 18 û 24 de tê guhertin ku di sala 2015’an de têkildarî şikandina cama avahiya AKP’ê ya li navçeya Eyyubiyeya Rihayê hatibûn girtin, cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî li wan hat birîn. Bûyera ku wê demê tenê cama avahiya AKP’ê ya navçeyê hatibû şikest, ji rayagiştî re weke “çalakiya bombeyî” hat servîskirin. Piştî di êrişa ku tu teqîn çênebûn û kes nemir de, di encama gule barandina polîsên hatin cihê bûyerê de jina bi navê Ş.Ç. ji pişta xwe birîndarbûyî hat binçavkirin. Di operasyona hat berdewamkirin de jî, kesên bi navê S.K. , S.A. , R.Ç. û V.D. hatin binçavkirin.    LI MIDURIYETA POLÎSAN ÎŞKENCE   Her 5 ciwanên ku piştî îfadeyên miduriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin û diyar kirin ku li miduriyeta polîsan îşkenceyên giran li wan hatine kirin û di bin îşkenceyê de îfade ji wan hatine girtin, hatin girtin û şandin girtîgehê. Ciwanan di dema darizandina li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê de îşkenceyên ku li wan hatin kirin vegotin.    ‘BI LINGÊN XWE PÊL LI BIRÎNA MIN KIRIN’   Ş.Ç. ya weke birîndar hatibû binçavkirin di parastina xwe ya dadgehê de, diyar kir ku ciwanên din nas nake û wiha got: “Polîsên ku ez birîndar kirim, bi lingên xwe pêl li birîna min kirin. Ez ji pişta xwe birîndar bûm lê di dosyayê de weke ku ji lingê xwe birîndar bûme hatiye nivîsîn. Bi awayekî birîndar 3-4 saetan di wesayîta polîsan de hatim sekinandin. Ez ji ser hişê xwe çûbûm, piştî çar saetan ez birim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê 5-6 polîs li ser serê min sekinin û porê min dikişandin û şimaq li min dan. Pişt re ez emeliyat kirim, polîs ser serê min disekinîn. Ez 17 rojan li nexweşxaneyê mam, 17 rojan bi malbatê gef li min dixwarin. Nedihiştin ku malbata min were serdana min. Polîsan xwest ez bibim sîxura wan.”   GOTIN ‘POLÎS ÇÛN, DAÎŞ HAT’   Ş.Ç. bi lêv kir ku piştî ji nexweşxaneyê hat derxistin, polîsan ew biriye miduriyeta polîsan û wiha berdewam kir: “Polîsan digot heke ez li gorî daxwaza wan îfadeyê nedim, wê tiştên nebaş bi serê malbata min bînin û gef li min xwarin. Min li miduriyeta polîsan bi parêzerê xwe re îfade da lê ji ber zextên polîsan ji bîr kir. Piştî ku parêzer çû, kesên îfadeya min girtin derketin. Dema ez li odeyê disekinîm 6-7 kesên bi maske ketin hundir û gotin ‘polîs çûn, DAIŞ hat, niha wê kî te ji destê me xelas bike.’ Torbe xistin serê min. Ez birim cihekê li min nezanî ez birim ku derê. Ez ji emeliyatê nû derketi bûm hêj kêliyên hatibûn dirûn ne vekiribûn, bi vî awayî îşkence li min kirin.”   Ş.Ç. da zanîn ku li miduriyeta polîsan tecawizî wê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Devê min nagire ez bêjim, gelek tiştên derveyî mirovahiyê bi min kirin. Ez di rewşeke nebaş de bûm, nedikarî li ser piyan jî bisekinim. Di wê rewşê de her tişt bi min kirin.”   ‘ÎFADE ME NIVÎSAND, WÊ LI GORÎ VÊ TEVBIGERÎ’   Ji bergumanan S.K. jî di parastina xwe ya dadgehê de diyar kir ku li miduriyeta polîsan di bin îşkenceyê de îfade ji wî hatiye wergirtin û wiha got: “Polîsên ku bi ser mala me de girtin torbe xistin serê min û îşkence li min kirin. Ez birim Şaxa Têkoşîna bi Terorê re (TEM). Di rê de bi kulman û qontaxa çekê li min xistin. 4 rojan îşkenceyên gelek hev li me kirin. Ji ber li jêr qemere hebûn em birin qata jor û li odeyeke tarî de îşkence li me dikirin. Şeva roja çaran ez dîsa birim qata jor. Yekê ji min re got ‘ez JÎTEM’im, ez ê te li vir tune bikim’. Roja dawî kesê ku îdia kir endamê JÎTEM’ê ye got ‘tu dê tiştên me gotine te qebûl bikî an jî em ê malbata te perîşan bikin.’ Min jî ji ber zext û îşkenceya polîsan bi vî awayî îfade da. Ez îfadeyên li miduriyeta polîsan û li dozgeriyê qebûl nakim, îfadeya ku ez didim dadgeha we rast e.”   ‘EZ DADGER Û DOZGER NAS DIKIM’   Ji bergumanan R.Ç. jî di parastina xwe ya dadgehê de da zanîn ku îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: “Ez birim TEM’ê û îşkence li min kirin. Poşet xistin serê min. Tam ku bêhna min teng dibû û min digot êdî ez ê bimirin derdixistin. Ez li korîdorekî dirêj kirim kî dihat û diçû pêhn li min dixistin. Îşkenceyên derveyî mirovahiyê kirin. Polîsekî got ‘em ê termê te ji vir derxînin’. Îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan piştî 7 mehan biryara ‘veşartî’ rabû ez hîn bûm. Min bi daxwaznameyek da û îtîrazî wan îfadeyan kir.”   Ji her du bergumanên din ên gotin îşkence dîtine V.D. diyar kir ku li miduriyeta polîsan û dozgeriyê di bin zext û îşkenceyê de îfade daye û S.A. jî anî ziman ku tu têkiliya wî bi bûyerê re nîne.    Ligel van gotinên bergumanan jî şandeya 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê k udi 13’ê sibata 2020’an de biryara xwe aşkera kir ji her pênç bergumanan re bi sûcdariyên “Xerakirina yekitiya dewletê û tevahiya welat” , “bi zanebûn bombe kirin û bi bikaranîna çekên nukleer, biyolojik û kimyasal, teşebûsa kuştina peywîrdarê cemaweriyê” , “Madeyên bi xeter bêyî destûr li cem xwe peyda kirin” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê yê muebbetê birî.    Parêzerên bersûcan, têkildarî biryaran serî li Dadgeha Îstînafê kirin lê dadgehê serlêdana wan red kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Bilind da.    MA / Emrûllah Acar