Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin 2021-08-26 11:12:20   EDENE - Li ser dîwarên hin malên Elewiyan ên li navçeya Seyhanê dijîn “Kizilbaş” nivîsandin.   Li taxen Ova û Ûçak ên girêdayî navçeya Seyhan a Edenê, hin malên Elewiyan bi nivîsa “Kizilbaş” hatin nîşankirin. Hat hînbûn ku nivîs di 24’ê Tebaxê de hatine nivîsandin û paşê hatine jêbirin.   Platforma Elewiyan a Edeneyê ku têkildarî nîşankirina malan û hedefgirtina Elewiyan, daxuyaniyek nivîskî da, xwest ku berpirsiyar di demek zûtirîn de bên zelalkirin. Dewama daxuyaniyê wiha ye: “Rayedarên Miduriyeta Polîsan em agahdar kirin. Dozger derbarê bûyerê de, dest bi lêpirsînê kiriye. Lêkolînek berfireh dide meşandin. Em ê şopdarê bûyerê bin. Bûyerên wiha di demên derbasbûyî de jî, gelek caran rû dan. Lê em ê weke civaka Elewî, bi zanebûn tevbigerin.”