Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin 2021-08-26 10:51:22 SÊRT - Alî Selçûk ê ku kurê wî li dijî tecrîdê beşdarî greva birçîbûnê bûye xwest ku daxwaza girtiyan were qebûlkirin.  Greva birçîbûnê ya bi daxwaziya rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên girtiyan 273 roj in berdewam dike. Girtî ewilî ji 5 rojan carek komek diguherî lê ji 14’ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carek ew koma çalakiyê dike diguhere. Yûsûf Selçûk ê li Girtîgeha Ordûyê ya Tîpa E tê ragirtin jî beşdarî greva birçîbûnê bûye. Malbat ji ber pandemiyê nikare biçe hevdîtina lawê xwe. Malbat ji hefteyê carek bi rêya telefonê pê re diaxive.    Bavê girtî, Alî Selçûk bi bîr xist ku 9 sal ceza li lawê wî hatiye birîn û piştî sê salên wî li Sêrtê qediyan wî sirgûnî Ordûyê kirin û wexta wî sirgûn jî dikin îşkence lê tê kirin. Selçûk got ev sê sal in jî lawê wî li Ordûyê tê ragirtin û ew di greva birçîbûnê ya di sala 2019’an de jî 70 roj di greva birçîbûnê de maye. Selçûk destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî û xwest daxwazên girtiyan li tavilê were qebûlkirin.