23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê 2021-08-26 09:08:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn derheqê rewşa her sê endamên RJAK'ê yên ku bi rojane agahî ji wan nayên standin axivî û got: "Mafê wan ê bi parêzer re hevdîtin tê astengkirin û parêzerên ku em dişînin tên astengkirin."  Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev 23 roj in aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nayê zanîn. Di heman demê de heta niha der heqê binçavkirina her sê jinan de ji hêla hikûmeta herêmî ve bi tu daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn. Hat ragihandin ku ji her sê jinan Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî ji ber ku nexweşin di binçavan de rojên zehmet derbas dikin û hat gotin ku pêdiviyên wan bi tu awayî nayên dabînkirin.    Endama Dîplomasiyê ya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Necbîr Efrîn derbarê aqûbeta  her sê jinan de ji ajansa me re axivî.    'HIKÛMETA DESTHILATDAR DIBE SEDEMÊ MIRINA JINAN'    Necbîr Efrîn, anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayeke desthilatdar tê meşandin û wiha got: “Ji ber nêzikatiya heyî jin serî li xwekuştinê didin. Nêzikatiya PDK'ê ya li hemberî jinan nêzikatiya desthilatdariyê ye. Li vir PDK bi tu awayî naxwaze ku jin pêş bikeve, serî rake û tevlî xebatên civakê bibe. Ev nêzikatiya PDK'ê gelek ji ya AKP'ê cudatir nîne. Bi heman pergalê tê rêvebirin. Bi heman şêwazî û bi heman rengî dide meşandin. Ji ber vê jî kîjan jin serî rake û kîjan jin desthilatdariyê rexne bike û kîjan jin tevlî çalakiyên demokratîk bibe, li başûr dibe hedefa desthilatdariyê. Ji ber ku ew jî dizanin heger jin tevlî van xebatan bibin rê û rêbaz û rewş cuda dibe. Ji ber wê jî zextek pir zêde û cidî li ser jinan heye. Em hemû jî dizanin ku ji ber vê nêzikatiya hikûmetê bi rojane gelek jin tên kuştin û gelek ji wan jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Sedemên van hemûyan desthilatdariya heyî ye. Destûr nadin ku jin bi awayeke azad bijîn û bikaribin ji hemû derfetên jiyanê sûdê bigirin.”    'DESTÛR NADIN KU PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINÊ'    Efrîn, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa her sê endamên RJAK'ê û ev agahî dan: "Ji bo ku sê endamên me bên berdan hewledanên me yên cûr bi cûr çêbûn. Lê belê ev hewledanên me bi tu awayî encam negirtin. Her hewledaneke me bi şewazên cuda hatin redkirin. Lê li tevî hemû astengiyan gelek hewledanên me hene ku em xwe bigihîjin hevalên xwe û hewledanên me didomin. Rewşa her sê hevalên me ya tendûrîstî û dêrûnî ne baş e. 2 ji wan nexweşin û destûr nayê dayîn ku em tiştekî ji wan re bibin. Heta niha em bi tu awayî agahî ji wan nastînin. Li ser sê hevalên me desthilatdariya xwe didin meşandin. Heta niha ev hevalên me dernexistine dadgehê. Parêzerên ku em ji wan re dişînin bi tu awayî destûr nadin ku bi wan re hevdîtinê pêk bînin. Bi vê pêkanînê dixwazin ku van hevalên me bêzar bikin. Dixwazin ku xebatên van hevalên me şaş û qedexe nîşanî civakê bidin. Nahêlin ku parêzer wekaletên wan bigirin. Niha mafê her kesî heye ku dema tê binçavkirin parêzerê wan biçe bi wan re hevdîtin pêk bîne û wekaleta wan bigire û parastina wan bike. Lê belê ev daxwaziya wan nayê qebûlkirin û ji vî mafî bêpar tên hiştin."   'GIRTINA WAN KEYFÎ YE'   Efrîn anî ziman ku hikûmeta herêmî dixwaze ku bi vê pêkanînê xebatên jinan asteng bike û wiha domand: "Ev pergala heyî, jinê weke astengî ji xwe re dibîne. Jina ku pêşengiyê dike ji wan re astengî ye. Ji bo ku vê astengiyê rakin jî dixwazin jinan tune bikin. Ji ber wê jî di nava civakê de zextên xwe zêde dikin. Dixwazin bi van rêbazan pêşiya jina azad bigirin. Dixwazin pêşiya xebatên jinan bigirin. Di encama van pêkanîn de jî dixwazin jinan di hûndirê malê de qefle bikin. Bi binçavkirina van her sê hevalên me dixwazin vê peyamê bidin me. Çimkî girtina wan ne girtineke qanûnî ye. Tişteke li ser wan tune ye ku bên dadgehkirin. Girtina van her sê hevalên me girtineke keyfî ye."   BANGAWAZΠ   Efrîn bi lêv kir ku divê her jin li hemberî van pêkanînan dengê xwe derbixîne û ev bang kir: "Bangawaziya me li hemû jinan heye ku xwedî li van her sê hevalên me derbikevin. Divê em mafê wan ji destê vê desthilatdariyê de bidin standin."