Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du 2021-08-26 09:04:35 STENBOL - Roja Aştiyê ya Cîhanê, îsal li Stenbolê dê di 5'ê îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar ji bo tevlîbûnê bang li her kesî kir.  Roja Aştiyê ya Cîhanê, îsal li Stenbolê dê di 5'ê Îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo mîtîngê dest pê kirin. Mîtîng ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve tê organîzekirin. Dirûşmeya mîtîngê jî "Li dijî cihêkariê wekhevî, li dijî şer aştî, li dijî nîjadperestiyê biratî" ye.    Endamên Komîteya Amadekar, bal kişandin ser girîngiya pîrozkirina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê.    PARASTINA AŞTIYÊ    Seroka Komîteya Amadekar Zeynep Çelîk, anî ziman ku di heyameke ku şerên emperyalîst didomin de, Roja Aştiyê ya Cîhanê pir girîng e. Çelîk, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê li dijî gelan şerekî topyekûn heye û got: "Şer, tenê ne bombebarankirin e. Di heman demê de hewldanên emperyalîzmê yên ji bo berjewendiyên xwe ye ku jinan, gundiyan wekî piyaseeke erzan dihesibînin. Lewma 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo parastina aştî, wekhevî, azadî û jiyanek bi hev re girîng e."    Çelîk, ji bo mîtînga ku dê li dar bixin bang her kesî kir.    ARMANC BIHEVREBÛNA GELAN    Endamê Komîteya Amadekar Cemalettîn Yuksel jî anî ziman ku ji bo mîtîngê gelek amadekariyên wan hene. Yuksel, anî ziman ku dê li rawestgehên otobês, metrebus û metroyan belavokan belav bikin û li di 1'ê Îlonê de li Kadikoyê daxuyaniyekê bidin û gel vexwînin mîtîngê. Yuksel, da zanîn ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de dê serokên giştî yên gelek partian tevli mîtîngê bibin.    Yuksel, destnîşan kir ku armanc bihevrebûna gelan e û ji bo vê ev mîtîng pir girîng e û ji bo beşdarbûnê bang li her kesî kir.