ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-26 09:00:57 * Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn derheqê rewşa her sê endamên RJAK'ê yên ku bi rojane agahî ji wan nayên standin axivî û got: "Mafê wan ê bi parêzer re hevdîtin tê astengkirin û parêzerên ku em dişînin tên astengkirin."  * Li Wanê şaredariyên qeyûm tayinî wan hatine kirin, ji zû de ye li hin deveran dest bi çêkirina rê û peyarêyan kirine. Lê ji ber ku ev xebat nayên temamkirin, esnafên bajêr bêzar bûne. Esnafan, anî ziman ku pêşî astengiyên ji ber pandemiyê û niha jî ev xebat, kirine ku tu karî nekin.    * Li Mêrdînê ji ber qutkirina avê, gel di warê peydakirina avê de zehmetiyê dikişîne. Lê derket holê ku Serokê Daîreya MARSÛ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin Halîl Cevîz, xeteke qaçax a avê kişandiye gundê xwe.   * Veysî Ozkaçan ku ji Girtîgeha Doşemealti ya Tîpa L'yê derket, diyar kir ku li girtîgehê tecrîd giran bûye û tekane armanca çalakiyên greva birçîbûnê serketin e.    * Roja Aştiyê ya Cîhanê, îsal li Stenbolê dê di 5'ê Îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar ji bo tevlîbûnê bang li her kesî kir.    * Malbata Kaçar ku zarokekî wan tevli PKK'ê bûye û ferdên din ên malbatê gelek caran hatine girtin, anî ziman ku li wan hatiye ferzkirin ku li ber avahiya HDP'ê rûnên û eskeran ji wan xwestiye ku bi wan re biçin herêma operasyonê.    * Kurdên êzidî ku di 2014'an de bi êrîşên DAIŞ'ê re qirkirina 73'yan hat serê wan, niha jî bi êrîşên Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berê ji bo êzidiyan gotibû "bila jiyana xwe ya azad ava bikin" û ji bo vê bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê.    * Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 171'emîn de bidome.    * Hevserokên HDP’ê yên Jin ên Bajaran wê bi serokatiya Hevseroka Giştî ya partiyê Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya partiyê kom bibin. (10.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê wê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)