Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn 2021-08-25 19:39:50     ŞIRNEX- Li navçeya Qilêbanê li ser rêya gundê Mergehê minûbûsek qelibî. Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Qilêbanê li ser rêya gundê Mergehê minûbûsek qeza kir. Ajokar û 4 kesên di wesayîtê de asê man, piştî du saetan hatin derxistin.    Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Ji birîndaran Selîm Orhan jiyana xwe ji dest da.