Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî 2021-08-25 13:06:28   RIHA - Ferît Şenyaşar, diyar kir ku di avahiya edliyê de, ji bo ku hevdîtinê bi dozger re bikin 10 saetan hatine rawestanan, lê dozger 10 deqeyên xwe ji bo wan ne veqetandiye û hevdîtin bi wan re nekiriye.    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 170’emîn de dewam kir. Malbat, ji bo hevdîtina telefonê ya heftane ya bi Fadil Şenyaşar ê 3 salin li Girtîgeha Xarpetê, di hucreya yek kesî de tên girtin, dereng hat ber avahiya edliyê.    SÛCÊ MIROVAHIYÊ  YE   Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li cihê weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kir, wiha axivî: “Tekoşîna me ya edaletê, di roja 170’emîn de, dibin zilmê de dewam dike. Em duh ketin avahiya edliyê, 10 saetan em dan rawestandin, me xwest em 10 deqan bi serdozger re hevdîtinê bikin, lê ev daxwaza bi cih nehat. Kengê parêzerên me, yan jî serokê baroyê bixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin, hinceta dozger amade ye. Her tim dibêjin ‘karê dozger heye, civîna dozger heye, karê wî pir heye.’ Li vê derê sûceke mirovahiyê heye. 3 mirov hatin qetilkirin. Derbarê vê yekê de, 10 deqeyên xwe ji bo me na veqetîne û hevdîtinê bi me re nake. Dozger bi vî awayî dibe hevkarê sûc.”    'EM QEBÛL NAKIN’   Şenyaşar, bi bîr xist ku Wekîla AKP'ê ya Mêrsînê Zeynep Gul Yilmaz ji ber ku heqaret li polîsekî kir, bertek li dijî wê çêbûn û wiha got: “Lê parlamenterekê AKP’î, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji heman malbatê 3 kes qetil kirin, ev 3 salin doz jî, nehatiye vekirin. Zilmek heye, divê hemû Tirkiye xwedî vê dozê derkevin. Kesên ku sûcên mirovahiyê kirin, wê cezayên xwe bikêşin. Em vê zilmê qebûl nakin. Vê zilmê demildest bi dawî bikin.”