Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin 2021-08-25 11:41:48   STENBOL - Li navçeya Kartalê zilamê bi navê Ahmet Ozcan dayika xwe Azîme û xwişka xwe Yasemîn Ozcan kuşt.    Azîme Ozcan û keça wê Yasemîn Ozcan ên li Taxa Atalar a navçeya Kartal a Stenbolê rûdiniştin, li mala ku lê dijîyan mirî hatin dîtin. Piştî ku ji malê bêhna nexweş hat, şêniyên avahiyê li polîsan geriyan. Polîsên ku kilîtçêker anîn û derî vekirin li malê her du jin bi awayekî mirî dîtin. Di lêkolîna ewil a hat kirin de hat tespîtkirin ku her du jin bi amûrekî birînê hatine kuştin. Dûre cenazeyên her du jinan rakirin Saziya Tiba Edlî. Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî.    Polîsan kurê Azîme Ozcan ê weke peywîrdarê ewlehiyê dixebite Ahmet Ozcan binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Kartalê. Ozcan cînayet îtîraf kir û derket holê ku Ozcan dayik û xwişka xwe di 23’yê tebaxê de kuştine û piştî du rojan hatiye cihê bûyerê û amûra bibir kiriye û biriye xistiye destê xwişka xwe û xwestiye cinayetê bixe stûyê wê. Wekî din hat hînbûn ku kujer xwestiye avahiya lê rûdinin bi dayika xwe bide firotin.    Şêniyeke taxê jî derbarê bûyerê de wiha got: “Polîs beriya 2 saetan hatin. Dema ketin avahiyê em hîn bûn ku 2 jin hatine kuştin. Dayik û keça wê hatiye kuştin. Bawer im beriya du rojan çêbûye, kê kiriye ne diyar e. Polîs lêkolînê dikin.”