Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin 2021-08-25 09:45:08   RIHA - Saadet Ozen a nexweşa pênceşêrê ya 73 salî ku ji bo tedawiyê ji Mêrdînê diçû Îzmîrê li Rihayê hat binçavkirin.    Saadet Ozen a nexweşa penceşêrê (73) ku ji bo tedawiyê ji gundê Qizler ê girêdayî navçeya Dêrîka Mêrdînê diçû Îzmîrê hat binçavkirin. Ozen, duh li kontrola polîsan a li navçeya Bêrecûk a Rihayê dema nasnameya wê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hat derbaskirin, hat tespîtkirin ku biryara lêgerîna wê heye. Dûre polîsan Ozen ji otobûsê peya kirin û binçav kirin. Ozen li Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê tê ragirtin.    Hat hînbûn ku berî demekê ji bo Ozen teşhîsa penceşêra qiriqê hatiye danîn û ji bo tedawiyê diçû cem kurê xwe yê li Îzmîrê dijî.