Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin 2021-08-24 21:52:02 MEREŞ - Parlementera HDP'î Tulay Hatîmogûllari ku li Mereşê di hevdîtina gel de axivî, got: "Hêza AKP'ê dê têra hêzên ku demokrasiyê ava bikin neke."    Kamapanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mereşê didome. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Tûrgût Oker û parlementerên HDP'î Garo Paylan û Tulay Hatîmogûllari jî di nav de, partiyî li piştî navçeya Nazarcixê li gundê Kantarman ê Elbîstanê hevdîtin bi gel re kirin. Cihê çalakiyê bi alayên HDP'ê hatin xemilandin û pankarta li ser "Ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ji çiyayan ber bi behran ve em hevdîtinê bi gel re dikin" nivîsandî hat daliqandin. Beriya hevdîtinê gelek welatî li hev kom bûn û li ber muzîkê govend gerandin.    Di çalakiyê de ewilî Parlementer Tulay Hatîmogûllari axivî û pêşî bi kurdî, erebî û tirkî welatî silav kirin. Hatîmogûllari anî ziman ku bi destê AKP'ê darbeyeke sivîl tê kirin û got: "Hêza AKP'ê dê têra hêzên ku demokrasiyê ava bikin neke."    Hatîmogûllari, bilêv kir ku ji ber ku rayê AKP'ê kêm dibin cardin pirsgirêka kurdî û elewiyan kiriye rojev, lê belê bi tu awayî ne samîmî ye. Hatîmogûllari got: "AKP, winda dike û dê winda bike. Ê ku bi AKP'ê bide windakirin hûn gel in."    'HDP BIJÎ, DÊ ZALIM NEMÎNIN'   Paşê Parlementer Garo Paylan axivî û got: "Em li ser pêyan e li hemberî zaliman." Paylan, di berdewamiya axaftina xwe de got: "HDP, ne partiya meqam û şohretê yye. HDP'î ji bo hebûn, rûmet û hesasiyeta xwe têdikoşin. Ên vê têkoşîna hesas û rûmetê fêm nakin, hewl didin HDP'ê bigirin. Lê dê nikaribin partiya me bigirin. Divê em HDP'ê mezintir bikin. Ger HDP bijî, dê zalim nemînin."   GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Tûrgût Oker jî got: "Hebûna HDP'ê, hebûna elewî, kurd, şoreşger û sosyalîstan e." Oker, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û got: "Daxwazên çalakgeran daxwazên me ne, em ê li her derî bibin dengê wan."   Heyet paşê derbasî navçeya Ekînozu bû û li avahiya partiyê hevdîtin bi gel re kir. Heyetê di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan.    Heyet, dê sibê biçe Dîlokê û li vir hevdîtinê bi rêxistinên civaka sivîl û gel re bike.