Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan 2021-08-24 15:18:58   MÊRDÎN - Mehmet Emîn Ado yê ji Girtîgeha Ceyhanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê hat kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan.    Mehmet Emîn Ado yê ji Girtîgeha Ceyhana Edeneyê ya Tîpa M sewqî Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T ku nû hatiye vekirin kirin. Ado dema hat sewqkirin bi binpêkirinên mafan re rûbirû ma. Ado, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ji ber dema sewqkirinê de li dijî lêgerîna tazî derketiye bi lêdanê re rûbirû maye.    Ado, bi lêv kir ku heqaret jî li wî hatiye kirin û ji ber lêdanê nava devê wî diriyaye. Ado, da zanîn ku daxwaza wî ya tedawiyê jî nehatiye qebûlkirin û ava germ û xwarinê nadin wan. Ado, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan didomin.