Li Rihayê jinek hat binçavkirin 2021-08-24 14:26:22   RIHA - Di serdegirtina malê ya li navçeya Eyyubiyeyê de jina bi navê Melek Başkale hat binçavkirin.    Polîsan di serdigirtina malê ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê de jina bi navê Melek Başkale binçavkirin. Başkale ya saet di 05.00’an de piştî lêgerîna malê hat binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Sedemê binçavkirinê nehat hînbûn, li gorî agahiyên parezeran dan biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeyê û nikarin xwe bigihînin naveroka wê.    Malbata Başkale, da zanîn ku di hefteya dawî de hin kesên ku difikirin polîs in li mala wan nêrînê û kî li malê dijîn pirs kirine. Xwişka Başkale, Hulya Başkale derbarê mijarê de wiha got: “Hefteya borî hin kesên sivîl li deriyê me dan, pirsa ‘çima li taxê mala hejmara 7’an nîne’ kirin. Me jî got em ne mûxatabê vê pirsgirêkê ne. Pişt re gotin ‘Di malê de kî dijî, navên wan çi ne? Di embarê de kî dijî?’ Pirsên bê eleqe kirin. Piştî ku min bertek nîşandan jî çûn. Piştî hefteyekê jî du kesên êlêkên aîdî Miduriyeta Giştî yên Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Rihayê hatin li deriyê me dan û gotin wê sayaca avê biguherînin. Lê di destê de wan de tu amûr tune bin. Ji me re ew pirsên wan kesên ku beriya hefteyekê hatin pirsîn, kirin. Piştî ku bersiv negirtin çûn. Wesayîta wan tune bû. Ber bi qereqola nêzîkî mala me ve çûn.”