Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin 2021-08-24 14:19:07 AMED - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê ragihandin ku ew ê bi boneya 1’ê Îlonê di 4’ê îlonê de “Mitînga Aştiyê” li dar bixin.  Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî da. Rêveber û nûnerên saziyên ked û demokrasiyê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Dem Dema Qêrîna Aşîtiyê - Wext Wextê Berzkerdîşê Vengê Aşitiyê Yo!" daliqandin. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Suleyman Bozkûrt daxuyanî da û destnîşan kir kul i dijî şer aştiyê dixwazin û jiyanek bêşer a bi hev re mimkin e. Bozkûrt got îro ji her demê bêtir banga ji bo aştiyê ya li dijî şer girîngtir e û bal kişand ser şerên li welatên Rojhilata Navîn pêk tê.    BANGA BEŞDARIYA MITÎNGÊ    Bozkûrt destnîşan kir ku êrişên li dijî diyarkirina çarenûsa kurdan û jiyanek demokratîk didomin û got: “Em bi berxwedan û têkoşînek rêxistinkirî dikarin li dijî vê bisekinin. Em bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di roja 4’ê îlonê de mitînga aştiyê li dar dixin. Ji bo em bêtir aştiyê qîr bikin, dixwazin beşdariyek bi heybet çê bibe. Em hemû gelê Amedê û derdora Amedê vedixwînin mitîngê.”