Goristana ermenan hat tarûmarkirin 2021-08-24 13:37:03   WAN - Goristana ermenan ya li Taxa Kalecîk a bi ser  navçeya Tûşbayê ve bi maşîneyên kar hat tarûmarkirin.    Taxa Kalecîk a bi navê Lezk tê zanîn ku bi ser navçeya Tûşba ya Wanê ye ve piştî Qirkirina Ermenan a di sala 1915’an de hat valakirin. Dêr û dibistanên li taxê bi demê re hatin hilweşandin û piştî erdheja li bajêr pêk hat TOKÎ’yê li taxê avahî avakirin. Goristana li taxê ku aîdî ermenan e jî ji aliyê kesekî ku tê îdiakirin xwediyê erd e ve hat hilweşandin. Bi ser kêlên goran de ax hatiye rijandin û hestiyên di goran de belavî derdorê bûn.    ‘REWŞEKE ŞERMDÊR E’   Ji yek şêniya taxê Berna Karataş bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Goristan di hemû olên pîroz de destnayê dayîn. We çi ji van goran xwest? Divê ev hestî wisa li derve nebin. Wê kîjan wijdan vê qebûl bike? Li ser kêlên goran bi ermenkî nivîs û teswîr hebûn. Em her car dihatin vir. Beriya niha defînegeran ev der kolabûn. Xwezî wê demê me mudaxaleyî wan kiribûya. Ev rewşeke şermdêr e. Divê em li dîroka xwe xwedî derkevin.”