Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye 2021-08-24 11:52:34   AMED - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, lêpirsîna ku bi hêceta stranên kurdî gotine derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 8 girtiyên din de hatibû destpêkirin, bir rojeva Meclîsê.    Li Girtegeha Jinan a Xarpêtê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de ji ber stranên kurdî gotibûn lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay ev lêpirsîna hatiye vekirin bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne bi pêşniyaznameyekê bir Meclîsê. Gunay, di pêşniyaznameyê de bi bîr xist ku ji bo stran û gotinên kurdî  “bi zimanekî nayê fêmkirin bi devkî govend gerandine” û “bi zimanekî nayê fêm kirin sirûd xwendine” hatine gotin.    Di pêşniyaznameyê de ev pirs cih girtin:    “*Di Girtîgeha Jinan a Xarpêtê de ji bo 9 jinên girtî govend gerandin û stranên kurdî gotin derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Agahiya we ji vê heye?   * Hêceta qanûnî ku bibe sedemê cezayê yê dîsîplîna govend gerandin û gotina stranên kurdî çiye? Bi kurdî stran gotin û govend gerandin qedexe ye?   * Ji bo betalkirina cezayê dîsîplînê hûn ê kirariyên pêwîst bidin dest pê kirin?   * Ji bo lêpirsînin pêwîst bên kirin û cezayên dîsîplînê yên rayedarên girtîgehê bi awayekî kêfî didin girtiyan bên lêkolînkirin hûn ê bikevin nav hewldanan?