Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?' 2021-08-24 09:00:34 ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek, anî ziman ku îdareya girtîgehê pirsên wekî "Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî?" û "Tu misilman î?" ji girtiyan dipirse û bi vî awayî berdana wan taloq dike.  Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Bi taybetî jî piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, binpêkirinên mafan zêde bûn. Girtiyên înfaza xwe temam kirine, nayên berdan.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek, binpêkirinên mafan û tecrîdê nirxand.    Çîçek, diyar kir ku ji Girtîgeha Şakranê girtiya têkildarî binpêkirinên mafan name ji wan re şandine. Çîçek, anî ziman ku girtiyan raghandiye ku îdareya girtîgehê di dema nirxandina "rewşa baş" de pirsên kêfî ji wan dikin. Çîçek, destnîşan kir ku piştî vê nirxandinê girtî nayên berdan.    PÊKANÎNEKE KÊFÎ   Çîçek, bibîr xist ku ev pêkanîn di meha Çileyê de ketiye meriyetê û got: "Li girtîgehê heyet hatiye çêkirin. Girtiyên dema wan a kontrola edlî hatiye diçin cem vê heyetê. Li gor nameyên ku girtiyan ji me re şandine, heyet van pirsan dipirse; 'Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî? Tu di nav rêxistinê de yî? Pêxemberê te kî ye? Tu misilman î?' Bi van pirsan dema berdana girtiyan 8 mehan taloq dikin. Ev pêkanîneke kêfî ye, di hiqûqê de tune ye. Dewlet, li hemberî girtiyên siyasî guh li hiqûqê nake, bi ya xwe dike."    TECRÎD   Çîçek, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku di hiqûqê de tu cihekî vê tecrîdê tune ye û dewlet bi hincetan dixwaze wê rewa bike. Çîçek, diyar kir ku divê daxwazên ji bo hevdîtinê yên parêzerên Ocalan bên qebûlkirin ûdi şexsê Ocalan de binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibin.    Çîçek, anî ziman ku bi hinceta şewbê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî tên zêdekirin û got: "Piştî pandemiyê gelek binpêkirinên mafan rû dan û hê jî didomin. Bi hinceta pandemiyê gelek mafên girtiyan hatin astengkirin. Nahêlin werzîşê bikin, sohebtê qedexe kirine, atolye qedexe kirine. Hevdîtinên vekirî tune ne û yên girtî jî mehê carekê tên kirin."    Çîçek, diyar kir ku di dema çûn û hatine nexweşxaneyê de jî tahde li girtiyan tê kirin û piştî wan ji nexweşxaneyê tînin 15 rojan dixin qawîşa karantînayê.    Çîçek, bal kişand ser pêkanînên kêfî yên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî û got: "Hemû kevçî û têfikên qawîşa jinan berhev kirine û yên plastîk dane wan. Ên ji ber plastîkê alerjiya wan çêdibe hene. Her wiha ev amûrên plastîk ku maddeyeke kanserojan dihewîne, ji bo tenduristiya mirovan nebaş e."    DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Çîçek, çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an bibîr xist ku bi Pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest pê kiribû û 200 rojî dewam kiriye û gelek girtî dawî li jiyana xwe anîbûn û tenduristiya gelek girtiyan jî xirab bûbû. Çîçek, anî ziman ku ji bi heman tişt cardin çênebin demildest divê dewlet daxwazên girtiyan qebûl bike. Çîçek, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan pir aşkere ne û xwest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.