6 rojin Xozat dişewite 2021-08-23 14:37:05   DERSIM - Şewata daristanê ya berî 6 rojan li Xozatê rû da, ji ber ku rayedar bi tu awayî mudaxile nakin, her ku diçe belav dibe.   Li gundikê Koçerî ya gundê Kurukaymak a girêdayî navçeya Xozat a Dersimê, şewata ku di 18’ê Tebaxê de, dest pê kir dewam dike. Piştî operasona eskerî, agir bi daristanê ketibû. Şewata ku 6 rojin dewam dike, bi tu awayî rayedara mûdaxile nakin. Ji ber vê yekê qedek mezin a daristanê bû xelî. Li aliyekê şewat li derdorê belav dibe û li aliyê din jî, operasyona eskerî ya li herêmê berdewam dike.